H’emû nûçeSereke

Xerîta rê, ya mîyaserkirina bernama “Îskela zîha”, nava êtapa gotûbêjkirin û îzbatkirina dawîdane

Ermenîstan li ser projeya çêkirina zona senayê û “Îskela zîha” dixebite û ew yek bi “Îskela Şîrakêye zîha” tê kifşê.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê elam kirine.

Wezîretê daye dîyarkirinê,wekî bona  çareserîya mîyaserkirina bernamê xerîta rê hatîye amadekirinê, ya ku bona îzbatkirinê nava êtapa dawîdane.

Hatîye dîyarkirinê,wekî piştî îzbatkirina dawî ew proje wê bi hûrgilî bê zelalkirinê.

Li gorî wê projeyê, têra tê dîtinê parka senayê sazkin, nava encamê kîjanêda cîhên xebatêye nû wê bêne sazkirinê û sîstêma transportê jî wê bê werguhastinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button