H’emû nûçeSereke

Gera ji alîyê Yêrêvanêda, ya bona pêwandîyên nû, nade kifşê wekî pêwandîyên tevî Moskvayê gerekê xiravbin: Yûrî Kîm

Cîgira alîkarê sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Yûrî Kîmê elam kirîye, wekî gera ji alîyê Yêrêvanêda, ya bona pêwandîyên nû nade kifşê wekî pêwandîyên tevî Moskvayê gerekê xirab bibin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda ewê wextê gotûbêjkirina rola Amêrîkayêye li Kafkasîya Başûr gotîye.

Hatîye dîyarkirinê,wekî xêncî Kîmê bayloza li Ermenîstanê û li Ûkraînayêye berê, Marî Yovanovîç jî amade bûye.

“Ermenîstan rêyên başqe digere. Ew yek nade kivşê ku pêwandîyên wêye tevî Rûsîyayê gerekê xirab bibin. Em gelekî dixwezin  piştgirîyê bidine cedandinên Ermenîstanê, yên ku bona dîvêrsîfîkasîya pêwandîya, qewînkirina ewlehkarîya wê, pêşketina êkonomîkî û îmzekirina peymana aşîtîyê tên xebitandinê”,- Kîmê gotîye.

Ewê gotîye,wekî Waşîngton dicêribîne pêwandîya di navbera Yêrêvanê û Bekûyêda îzbatke bona ku qayîlnivîsara aşîtîyê bê îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button