H’emû nûçeSereke

Adirbêcan ji gotinên pêşkêşvanên fransî, yên lîstikên olmîpîda, yên derheqa Ermenîstanê û Arsaxêda aciz bûye

Adirbêcan ji wan pêşkêşvanên fransî aciz bûye, yên ku wextê lîstikên olîpîyê xeberên baş derheqa Ermenîstanêda dibêjin û derheqa undakirina Arsaxêda xeber didin. Ew niha amade dibin şikyatê xwe elamî komîtêya navneteweyî, ya olîmpîyê bikin. Derheqa wê yekêda hema çapemenîya azêrî ragîhandîye.

“Menîya vê yekê axaftina wextê weşana têlêvîzîyona France 2  bûye, dema ku sportsmên bi komên xweva meşyane.

“Bêguman, ermenî xêrxwezên mene û  Ermenîstan bi dîrokî nêzîkî Fransîyayêye.Sala derbazbûyî bona Ermenîstanê sala şînê bû û em bêjin wekî Qerebax hate undakirinê, ya ku kete destê artêşa azêrya”,-çapemenîya azêrîya bi vî cûreyî xeberên pêşkêşvanê fransî raber kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button