H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan difikire wekî biryarên Şêwira Avropayê wê alî teyaxbûna Ermenîstanê û qewînbûna herêmî bikin

Biryarên şêwira Yekîtîya Avropayê, yên derheqa destpêkirina dîyaloga dora azatkirina rêjîma vîzayêye tevî Ermenîstanê û piştgirîya ji fonda Avropayêye aşîtîyê wê  Yekîtîya Avropayê zêdetir nêzîkî Ermenîstanê bikin.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Qibrisêyî karên der gotîye.

“Piştî van biryarên Yekîtîya Avropayê, eva cara ewline ku ez welatê Yekîtîya Avropayê diqesidim. Ez difikirim,wekî ev yek tiştekî sîmvolîke wekî em derheqa piştgirîya Qibrisêda haj pê hene.Ez dixwezim spasîyê elamî we bikim, birêz wezîr, usa jî hevkarên welatên mayîne endam, bona piştgirîya hindava welatê me”,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.

Ewî serda zêde kirîye, wekî herdu biryarên Şêwira Avropayê wê Ermenîstanê û welatîyên Ermenîstanê nêzîkî Yekîtîya Avropayê bikin û ew yek wê alî teyaxê Ermenîstanê û qewînbûna herêmî bike.

“Em niha usa jî dora pêrspêktîvên rojeva hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê dixebitin, em  pirsên rojevêye nû gotûbêj dikin”,-Ararat Mîrzoyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button