H’emû nûçeSereke

Parastina aştîya li herêmê ji bo Îranê girîngîyeke sereke ye: Pêzêşkîyan ji Paşînyan re

Hevdîtina serokwezîrê Komara  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokkomarê nû yê hilbijartî yê Îranê Mesûd Pêzêşkîan li Tehranê pêk hat.

Di hevdîtinê de serokomarê Îranê spasîya serokwezîr Paşînyan kir ku ew vexwendinname qebûl kirîye û bi serdana kar hatîye Îranê. Ewî her wiha gotîye: Îran giringîyê dide pêşxistina peywendîyên xwe yên bi Ermenîstana dost re di warên sîyasî, aborî û mirovî de.

Nîkol Paşînyan ji ber mêvandarîya germ spasîya Mesûd Pêzêşkîan kirîye û careke din hilbijartina wî wek serokkomarê Îranê pîroz kirîye. Serokwezîr bal kişand ser vê yekê ku hevkarîyên çendalî yên bi Îranê re ji bo welatê me ku li ser esasê rêzgirtin û ji hev têgihîştinê pêk tê ji girîngîyeke mezine.

Mesûd Pêzêşkîan, lihevkirinên berîya niha di asteke bilind de hatine kirin dupat kir: “Dostanîya kevinar, têkilîyên dîrokî û çandî yên her du gelên me, bingeha pêşxistina hevkarîyên dualî ye. Em amade ne ku bi xebatên hevpar dîyaloga xwe bidomînin û rojeva hevkarîya dualî hîn zêdetir dewlemend bikin”.

“Rastîya ku ez îro li vir im delîla pabendbûna me ya ji bo kûrkirina têkilîyên navbera Ermenistanê û Îranê di asta herî bilind de, ji bo xurtkirina hevkarîyê ye”,- serokwezîr Paşînyan gotîye.

Nîkol Paşînyan projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê û prînsîpên wê yên ji bo vekirina kanalên ragîhandinê yên herêmî  raber kirîye.

Serokomarê nû hilbijartî yê Komara Îranê bal kişand ser hewlên berdewam bo pêkanîna aşîtî û aramîyê li navçê.

Mesûd Pêzêşkîan dîyar kirîye ku parastina aşîtîyê li herêmê ji bo Îranê girîngîyeke sereke ye û gotîye, alîyê Îranê jî pêwîst dibîne ku hemû pirsgirêk bi dîyalogê bên çareserkirin.

Nîkol Paşînyan tekezî li ser beşdarbûna alîyê Îranê di çêkirina rêya bakûr-başûr û bi taybetî jî ya Agarak-Kacaranê de kir. Her wiha bal hat kişandin ser girîngîya gavên ji bo nûjenkirina xala kontrolê ya sînorê Ermenîstanê û Îranê hatin avîtin.

Rêberên Ermenîstanê û Îranê li ser gelek mijarên girêdayî xurtkirina peywendîyên bazirganîyê û aborîyê gotûbêj kirin û her wiha behsa mijarên pêkanîna bernameyên nû yên hevbeş di warên tendirustîyê, têknolojîyên herî nû, perwerdê, zanistîyê û çandêda.

Mesûd Pêzêşkîan da zanîn ku ew bi serdaneke taybet li Ermenîstanê bûye û ji welat û gelê me xwedî bandorên germ in. Hevdîtinan tekezî li ser serdanên dualî yên di asta bilind de kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button