H’emû nûçeSereke
Paşînyan li Têhranê beşdarî merasima sondxwarina fermî ya serokkomarê nû hilbijartî yê Îranê Mesûd Pêzêşkîan bûye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Têhranê beşdarî merasîma sondxwarina fermî ya serokê nû hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pêzêşkîan bûye. Bûyer li meclîsa Îranê pêk hatîye, hukumeta Ermenîstanê agahdar dike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî merasîma wêneyan ya hevpar pêşwazîya serokên şandeyan kir û ew li salonê gerandin.
Di destpêka merasîma sondxwarinê de Mehemed Baxêr Xalîbaf serokê meclîsa Komara Îslamî ya Îranê gotarek raberî amadebûyan kir û piştre serokê sazîya dadwerîya Îranê Golam Husêyn Mohsênî Êjêyî gotarek raber kir.
Serokê nû hilbijartî yê Komara Îranê ji bo beşdarbûna merasîma sondxwarinê de spasîya serokên heyetan kir û gotarek raber kir.







