Adirbêcanê li ber xwe fikirek pêşda kişandîye ku di navbera Tirkîyayê û Adirbêcanêda hevraqayîlnebûn tunene: Safrastyan

Adirbêcanê lêgêndek efrandîye ku ew bi xwe tenê nava şerê 44 rojeda gihîştîye serkeftinê.Derbarê wê yekêda, wextê qisa tevî News. am ê, Rûbên Safrastyanê tirkzan gotîye.
“Temamîya dinîyayê zane ku usa nîne.Tirkîyayê nava derecên cuda-cudada piştgirîya mezin daye Adirbêcanê”,- ewî gotîye.
Bi axaftina derheqa wê yekêda,wekî Êrdogan gef li Îsrayêlê xwerîye û gotîye ku wê mînanî Qerebaxê û Lîbîyayê bikeve axa Îsrayêlê, tirkzan wa gotîye: “Dema ku Êrdogan ev elametî dikir, bona wî tiştê girîng ne ku lêgênda Adirbêcanêye efrandî bû, lê hesabkirinên wî, yên derheqa Rojhilata Navînda bûn. Adirbêcanê jî nikaribû ew lêgênd biparasta, ya ku ewê efrandîye.Eva cara ewlin nîne ku nevsê tirkî derecebilind derheqa piştgirîya bona Adirbêcanêda dibêje”.
Çi ku derheqa pêwandîyên rûsa-azêrîyadane, Safrastîyan gotîye: “Adirbêcan bona germkirina pêwandîyên xweye tevî Rûsîyayê Tirkîyayêra dide qayîlkirinê.Dêmek li vir ez dijîderketinên di navabera Tirkîyayê û Adirbêcanêda nabînim, çimkî Tirkîyayê jî dixwest pêwandîyên xweye tevî Rûsîyayê bida germkirinê. Niha, van mehên dawî, em sarbûnê nava wan pêwandîyada dibînin, lê ew yek encamê tehsîra amêrîkîye”.







