Birêveberê xwandina kurdî li Kerkûkê amajeyê dide ku, serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya wezîrê perwerdeyê yê hukumeta Herêma Kurdistanê berdewam piştgirîya wan kirîye. Herwesa dibêje: “Mamostayên xwandina kurdî li Kerkûkê di astekî bilind yê zanistî û perwerdeyê de xizmetê dikin”.
Birêveberê xwandina kurdî li Kerkûkê Kameran Elî ji K24ê re gotîye:“Serkeftina xwendekarên kurd li Kerkûkê di qonaxên dawîyê de û xasma jî li pola şeşê ya amadeyîyê, ji bo dilgermî û rijdîya xwendekarên kurd bi xwe û malbatên wan vedigere, ku piştî sala 2003 a azad bûne û bi zimanê dayîkê dixwînin”.
Kameran Elî amaje jî daye: “Hukumeta Herêma Kurdistanê piştevanîyeke zêde ji bo piroseya xwandina kurdî li Kerkûkê dike û hemî pêdivîtîyên madî û mînevî ji bo biserxistina wê piroseyê dabîn kirine”.
Navbirî behs jî kirîye: “Mamostayên xwandina kurdî li Kerkûkê li ser astekî bilind yê zanistî û perwerdeyî xizmetê dikin, xwe rojekê jî boykota piroseya xwandinê nekirîye û bi hemî dilsozî û hestê neteweyî tevlî piroseya xwandinê bûne”.
Birêveberê xwandina kurdî li Kerkûkê ron jî kir ku, serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya wezîrê perwerdeyê yê hukumeta Herêma Kurdistanê berdewam piştevanîya wan kirîye û daxwazîyên wan bi cih anîne.
Wezîrê perwerdeyê yê hukumeta Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragehandibû ku, bi têlefonê peyama pîrozkirinê ya serokwezîr Mesrûr Barzanî gehandibû xwendekar Kardo Ferhan Ebdulkerîm, ku li ser astê Îraqê li xwandina kurdî li parêzgeha Kerkûkê bûye serkeftîyê yekê.
Alan Heme Seîd herwesa di postekê Facebookê de jî spasîya mamosta û xwendekarên xwandina kurdî li Kerkûkê kiribû û daxwaza serkeftinên berdewam jî jê re kiribû.