H’emû nûçeSereke

Ji 17 000 hemwelatîyên Hindistanê yên ku hatine Ermenîstanê, 11 000 mane, 25 selef îdî ji Ermenîstanê çûne: serokê banka Navendî

Daxwaza derve ya ji bo Ermenîstanê kêm bûye, ji ber vê yekê mesrefa serê her kesî ya tûrîstên hundir jî kêm bûye. Derheqa wê yekêda serokê banka Navendî Martîn Galstyan di civîneke çapemenîyê de ragîhand.

Her wiha ji derve jî koçberên me yên kar hebûn, li gorî statîstîkên me hinek ji wan berê xwe didin Ermenîstanê. Ev ne tenê ji bo mirovên bi kalîte, lê ji bo mirovên kêmkalîf jî derbas dibe”,-ewî gotîye.

Galstyan welatîyên Hindistanê weke mînak nîşan da: “Ji  25 selefê welatîyên Hindistanê yên ku hatine Ermenîstanê, îdî li Ermenîstanê ne, ev jî nîşana lawazbûna daxwaza derve ye. Wan di destpêka sala borî de dest bi hatina xwe kirin, di lûtkeyê de 17 000 hemwelatîyên Hindistanê hebûn, di dawîya hejmartinê de 11 000 mane”,- ewî gotîye.

Galstyan her wiha anî ziman ku rêjêya înflasîyonê ya di sêktora xizmetguzarîyê de kêm dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button