“Armenpress” ê mazûvaniya komeke rojnamevanan kir ku ji bo serdaneke nasandinê ji Kurdistana Îraqê hatine Ermenîstanê
Di çarçeweya seredana nasandinê de ku ji aliyê wezîreta karên derve ya Komara Ermenîstanê ve hatiye organîzekirin, komeke ji rojnamevanên Kurdistana Iraqê ji aliyê ajansa nûçeyan ya dewletê “Armenpress”ê ve bi mêvandarî hatin qebûlkirin û ji bo agehdarbûna kar û çalakîyên vê dawiyê û herwiha gotûbêjkirina rêyên gengaz yên hevkarîya bêtir.
Li gorî rapora “Armenpress” ê , koma rojnamevanên Kurdistana Îraqê ji aliyê sernivîskarê vê ajansê Şant Xlgatyan û peyamnêrê beşa navneteweyî Davît Mamyan ve hatin pêşwazîkirin û kar û siyaseta wê ajansê pêşkêşî mêvanan kirin.
Sernivîskarê ajansê Şant Xlgatyan di pêşwaziya rojnamevanên kurd de axaftinek bi xêrhatin kir û amadebûna xwe ji bo lêkolîn û ravekirina bijardeyên hevkariyê yên pêşerojê nîşan da. Wî bal kişand li ser wê yekê ku “Armenpress” vekirî û amade ye ku li ser pêşniyarên rojnamevanên kurd gotûbêj bike, û nehêle ku di pêşerojê de gotûbêjên objektîftir derbarê hevkariyê bên kirin.
Rojnamegerên kurd, ji aliyê din ve, spasiya vê ajansê kirin ji bo pêşwaziya germ û gotûbêja avaker, û karmendên “Armenpress”ê vexwend bo serdaneke vegerê bo Kurdistana Îraqê ji bo agahdarbûna ji çalakiyên wan.
Serokê koma rojnamevanan ji Kurdistana Îraqê, sêkrêtarê ofîsa Zaxo ya yekîtiya rojnamevanên Kurdistanê Mihemed Sadêk Mihemed spasiya pêşwaziyê kir û da zanîn ku aliyê kurdî pir giringiyê dide pêwendiyên li gel Ermenistanê û çalakiyên ku tên kirin, ji aliyê ajansa nûçeyan a “Armenpress”ê ve.
Muhamed Sadêk Mihemed bal kişand ser serdana Ermenîstanê û bandorên ku hatine wergirtin, diyar kir ku komê ji serdana Ermenîstanê kêfxweşiyeke mezin û bandorên dewlemend wergirtin û hêvî kir ku serdanên bi vî rengî berdewam bin.
“Berî her tiştî, daxwaza me ya mezin ew bû ku em serdana Ermenîstanê bikin, ji ber ku em qet neçûbûn vir, lê me her tim tiştên erênî li ser Ermenîstanê bihîstibûn. Di navbera gelên me de her tim têkiliyên biratî hebûn. Ragihandina rasterast bi gelê ermenî re jî yek ji armancên serdanê ye. Piştî serdana “Armenpress”ê, emê jî di beşa bernameya kurdî ya radyoya giştî ya Ermenîstanê de bin, ku ji bo me gelek girîng e, ji ber ku ev çend deh sal in ku çand û zimanê kurdî pêşkêşî hemû cîhanê dike. Em gelek girîngiyê didin ermeniyên li Kurdistanê dijîn û her tim têkiliyên wan yên baş bi wan re hene, lema em dixwazin nêzîkatiyeke bi vî rengî ji bo kurdên li Ermenîstanê jî dijîn. Ermenistan welatekî pir baş e û me pir jê hez kir.” Mihemed Sadêk Mihemed, careke din spasiya pêşwaziya germ kir û hêviya xwe anî ziman ku aliyên peywendîdar dê gotûbêjan bikin û rêyên mumkin ji bo pêşxistina hevkariyê di warê ragihandinê de bibînin.