H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê di îndêksa azadîya çapemenîyê ya RSF ê de cîhê xwe bi pêş xistîye

Rêxistina rojnamegerên bêsînor (RSF) rapora azadtya çapementyê ya sala 2024 a weşand, ku tê de Ermenîstan di nava 180 welatan de di rêza 43 a de bûye.

 Li gorî “Armênprêss” ê tevî hawirdora piralî ya welêt, mêdya polarîze dimîne.

Li gorî raporê, Ermenîstan rastî asteke nedîtî ya dêzînformasîyonê û axaftinên nefretê tê, bi taybetî di derbarê kêşeya Qerebaxê û xetereya şer ya berdewam ya bi Adirbêcanê re, di raporta xwe de mêdyaya civakî jî zêde dike du ji sê nifûsa ji bo, çavkanîya sereke ya agahî ye.

Di raporê de behsa welatên din yên herêmê jî hat kirin.Wek mînak rêjeya azadîya çapemenîyê li Adirbêcanê li gorî îndêksa sala borî daketîye û ji 151 a daketiye 164 a.

“Tevî ku serok Îlham Elîyêv her şêweya pirdengîyê tune kir, ji sala 2014 a vir ve li dijî hemû rexnegirên mayî şerekî bê rawestan meşand”.

Li gorî encamên rapora li ser Gurcistanê, li gorî sala borî, pileya welat jî daketîye û ji rêza 77 a daketîye rêza 103 emîn. Di raporê de hatîye gotin: “Destwerdana fermî hewldanên ji bo baştirkirina azadîya çapemenîyê têk dide”,- raporê de hatîye gotin.

Komara Îslamî ya Îranê li şûna ku par di rêza 177 a de bû, di rêza 176 a de cîh girtîye.

Di raporê de di mijara Tirkîyayê de pêşketinek hat tomarkirin. Li gorî sala borî welat ji rêza 165 emîn derkete rêza 158 emîn. “Li Tirkîyayê bi mezinbûna otorîtêrîzmê re, piralîbûna çapemenîyê tê pirskirin. Di raporê de hatîye gotin, “Ji bo tepeserkirina rexnegiran hemî rêyên gengaz têne bikar anîn”.

Li gorî raporê çapemenîya herî azad li Norvêcê ye û piştî wê jî Danîya, Swêd, Holandîya û Fînlandîya tên.

Fransîya di rêza 21 de, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî di rêza 55, Yynanistan di rêza 88 de ye.

Ji welatên Yekîtîya Sovyêta berê û cînarên herêmî.

ÿstonya – cîhê 6 a

Latvîya – cîhê 12 a

Lîtva- cîhê 13  a

Moldova – cîhê 31  a

Ermenîstan – cîhê 43  a

Ûkrayna – cîhê 61 ê

Gurcistan -cîhê 103 a

Qirqizistan – cîhê 120 î

Qazaxistan – cîhê 142 a

Ûzbêkîstan – cîhê 148 a

Tacîkîstan – cîhê 155 a

Tirkîya -cîhê 158 a

Rûsîya- cîhê 162 a

Adirbêcan – cîhê 164 a

Bêlarûs – cîhê 167 a

Tirkmênistan -cîhê 175 a

Îran – cîhê 176 a

Zêdetir nîşan bide
Back to top button