H’emû nûçeSereke

Festîvala 6 emîn ya “TARAZfest” wê li parka “Haxtanak” ya Yêrêvanê bê lidarxistin

10 û 11 ê tebaxê  li parka “Haxtanak” ê ku ji alîyê “Navenda çandê ya Têryan” û bi piştgirîya komîtêya tûrîzmê ya wezîreta aborîyê ya  Ermenîstanê ve tê organîzekirin.

“Navenda çandê ya Têryan” ji “Armênprêss” re ragîhandine.

 “Cejna mezin ya Tarazê ku niştecîhên paytext, zarok, geştîyar û mêvanên ku diçin Yêrêvanê dikarin beşdar bibin.

Ji bo tûrîstên ku serdana Ermenîstanê dikin bi nirxên Ermenîstanê yên ku dîroka wan ya bi hezaran salan e, bidin naskirin. Bi beşdarîya mûzexaneyên Ermenîstanê,  şîrketên ku berhemên ermenî temsîl dikin, nirxên çandî û kevneşopîyên balyozxaneyên ku li Ermenîstanê pejirandî ne û civakên piçûk yên komarê, lîstikên neteweyî, dans û mûzîk, bernameyên perwerdehî û şahîyê, pêşangeha cil û bergên neteweyî,  festîvala çandî-tûrîstî ya bi navê “TARAZfest” tê  raberkirin.

Armanca fêstîvala “TARAZfest” ew e ku çanda ermenî û bi taybetî cil û bergên ermenî hem di nav civaka ermenî de hem jî di nav tûrîstên bîyanî de popûler bike: cil û berg, çand û kevneşopîyên neteweyî pêşkêş bikin, derfetê bidin naskirina nirxên neteweyî”.

 “Mîrasa dewlemend ya çandî ya Ermenîstanê ji bo geşepêdana tûrîzma çandê teşwîqek girîng e. Dîroka me ya sedsalî, kevneşopîyên neteweyî, huner û hunera me ya resen bala her geştîyarekî ku serdana Ermenîstanê dike ye. Komîtêya tûrîzmê ya Ermenîstanê piştgirîyê dide parastina nirxên neteweyî, xurtkirin û zêdekirina berdewam ya naskirin, nav û deng û rêzgirtina gerdûnî ya Ermenîstanê û gelê ermenî. Di vê çarçoveyê de, em dikarin bêjin ku “TARAZfest” di forma xwe de fêstîvaleke çandî ya bêhempa ye ku rêwîtîya geştîyarîyê ya Ermenîstanê temamtir dike”.

“TARAZfest” gelek geştyaran dikişîne paytextê, ​​bi qasî ku pêkan dibe alîkar ji bo geşepêdana tûrîzma bûyeran li Yêrêvanê, ku di çarçeweya wê de mîrata çandî ya pirqatî û dewlemend ya Ermenîstanê tê  raber kirin. Ev fêstîval hem di warê şêwekar û esnafan de, hem jî di warê tûrîzmê de eleqeyek mezin çêdike. Ev platformeke hêja ye ku ji bo danasîna masterên nûjen, karên wan, berhevokên mûze û sêwiranan ji raya giştî re. Em beşdarbûna civakên çandî yên neteweyên din yên beşdarî fêstîvalê dibin û her weha rêxistinên dîplomatîk yên li Ermenîstanê pejirandî ne dîyar dikin, ji ber ku nûnerên neteweyên cîhê li Ermenîstanê li kêleka hev dijîn û bi hev re diafirînin”. Hat destnîşankirin ku ketina fêstîvala “TARAZfest” ji her kesî re vekirî ye.

Derbarê “Navenda çandê ya Têryan” xebatên çandî, wêjeyî û perwerdehîyê dimeşîne. Ew bi parastin, veguheztin û popûlerkirina mîrata çandî ya ne maddî re mijûl dibe. Di pêkanîna çalakîyên çandî, projeyên afirîner û bûyeran de beşdar dibe. Di înîsîyatîveke pir hêja ya rêstorasîyon, nûjenkirin, sêpandin û belavkirina çanda kevneşopî, destanên gelêrî de cîh digire. Ew bi rêstorasîyona tam ya cil û bergên neteweyî yên ermenî re mijûl dibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button