H’emû nûçeSereke
Ermenîstan ji bo îsrayêlyan di nav welatên ewle de ye, Adirbêcan qezîya ye
Civata ewlekarîya netewî ya Îsrayêlê hişyarî daye îsraêlîya ku neçin nêzîkî 40 welatên ku wek metirsîyeke nerm û bilind tên nirxandin, û ji wan jî xwest ku tedbîrên zêde li cîhên din bigirin, di nav de nehiştina nasnameya cihûyan, The Times of Israel yê nivîsîye.
“Piştî bûyerên vê dawîyê, Îranê, Hizbollah û HAMAS ê nîyeta xwe ya tolhildana ji kuştina Îsmaîl Hanîye û rêberê sîyasî serokê yekîneya stratejîk ya Hizbulahê Fûad Şûkr,-” di encûmenê di daxuyanîyekê de hatîye got.
Îsraîlîyên ku plan dikin biçin serdana welatên ku asta metirsîyê 3 a 4 hene, tê şîret kirin ku planên xwe “bi ciddî ji nû ve binirxînin” û “hemû deverên din” hişyarîyê zêde bikin.