H’emû nûçeSereke

Borcdarîya Adirbêcanê nava pirsa paşdaçûyîna ermenîyaye li Qerebaxê heye: wekîlê Yekîtîya Avropayê

Yekîtîya Avropayê  nava wê pirsêda gelekî zelal bûye,wekî ermenîyên Qerebaxê wê bibine beşeke pêvajoya rastkirina pêwandîyên di navbera Ermenîsîanê û Adirbêcanêda û danûstandin gerekê bona wê yekê hebin, ku ew bêqezîya vegerine malên xwe.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayê Toyvo Klaar wextê hevpeyvîna tevî JamNews ê gotîye.

“Ez careke mayîn diwekilînim wekî wî çaxî rûpelê dijminatîyê û zordarîyê dikare bê girtinê, boy binelîyên temamîya herêmê, nava wanda usa jî boy ermenîyên Qerebaxê.

Yekîtîya Avropayê nava vê pirsêda gelekî zelal bûye û ez hêvîdarim,wekî ermenîyên Qerebaxê wê bibine beşeke normalkirina pêwandîya û di navbera Bekûyê û wanda wê danûstandinên raste-rast hebin. Nava vê pirsêda borcdarîya Adirbêcanê heye û bi fikira min ew ji wê yekê paşda nasekinin”,-Toyvo Klaar gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ew yek gerekê li ser qedirgirtina dualî û dîyalogê bê mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button