H’emû nûçeSereke

Cabdarên komkujîyê gerekê ne ku li ber dika parlamêntê bisekinin, lê li sera mehkemê: Êrdogan

Serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan careke mayîn bi cûrê berk serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû rexne kirîye, yê ku gerekê li kongrêsa Dewletên Yekbûyî bi axaftin pêşda bê.Derbarê wê yekêda çapemenîya tirka belav kirîye.

Ewên ku roja îroyîn bona derewên Hîtlêrê wedê niha, Natanyahû destên xwe li hev dixin, wê nikaribin vê yekê veşêrin. Cabdarên komkujîyê gerekê ne ku li ber dika parlamêntê bisekinin, lê li sera mehkemê, bona ku bona xirabkarîyên mîyaserkirî bersivê bidin”,- serokê Tirkîyayê gotîye, lê nedaye dîyarkirinê, wekî Tirkîya bi xwe bona komkujîya Ermenî cabdare û ew dîsa wê yekê înkar dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button