Ermenistan beşdarî tetbîqatên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv “Kobalt-2024” nabe
Komara Ermenîstanê wê beşdarî tetbîqata leşkerî ya rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolêktîv ya “Kobalt-2024” ya ku wê di navbera 14-16 ê tebaxê li Novosîbîrskê bên lidarxistin û di pêşengîya gardîyanên Rûsîyayê de bên lidarxistin, nebe.
Li gorî “Armênprêss” ê, ev yek ji hêla TASS ve, ku ji sêrvîsa çapemenîyê ya Rosgvardîyayê ve hatîye ragîhandin.
“14 ê tebaxa sala 2024 a de, di bin serokatîya sêrvîsa fêdêral ya leşkerên parastina neteweyî ya Rûsyayê de, li herêma Novosîbîrskê, li bingeha navenda perwerdehîyê ya beşê, merasîma vekirina tetbîqata taybet “Kobalt-2024″ ya rêveberîyê, organên hêzên kolektîv yên bersivdayîna lezgîn ya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û pêkhateyên hêzên taybet wê cîh bigirin.Tetbîqat wê di 16 ê tebaxê de biqedin”.
Li gorî çavkanîyê, nûnerên wezîret û dezgehên eleqedar yên Rûsîyayê, Bêlarûsê, Qazaxistanê, Tacîkistanê û Qirqizstanê wê beşdarî çalakîyê bibin.
Hatîye ragihandin ku di nava 3 rojan de, beşdarên tetbîqatê wê ezmûnên xwe bi hev re parve bikin û di navbera yekîneyên hêzên taybet de şarezayên danûstandinê pêş bixin.Yekîneyên ku di nav hêzên berteka bilez yên kolektîv yên Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv de cîh digirin, wê jêhatîyên pratîkî yên opêrasîyonên hevpar yên lêgerîn, îmhakirina rêxistinên çekdar yên neqanûnî bi dest bixin. Bi bikaranîna hêza hewayî û balafirên bêmirov, hêzên taybet wê sênaryoyên êrîşkirina avahî û veguheztinê, azadkirina rehîneyan û bêbandorkirina êrîşkaran pêk bînin.
Di nav welatên ku beşdarî tetbîqata leşkerî ya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv dibin behsa Ermenîstanê nayê kirin.
Di van demên dawî de Ermenîstan çalakîyên ku di çarçoveya rêxistina Peymana Ewlekarîya Kolektîv de tên lidarxistin, tetbîqatên leşkerî jî di nav de boykot dike. Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di sibata sala 2024 a de ragîhandibû ku Ermenîstanê di pratîkê de beşdarbûna Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv qerimandîye.Ewî daye kifşê ku Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv erkên xwe yên li hember Ermenîstanê pêk neanîne, ku nikare bê encam bimîne.