ÇandSereke

Festîvala fîlmên kurdî ya Çîkagoyê tê lidarxistin: li benda fîlmanin

Yekemîn fêstîvala fîlmên kurdî ya Çîkagoyê hat ragîhandin û roja dawîyê ya wergirtina fîlman 15 ê tebaxa sala 2024 an e.

Navenda çanda kurdî ya Îllînoîsê yekemîn fêstîvala fîlmên kurdî ya Çîkagoyê li dar dixe.

Ji komîtêya amadekar ya yekemîn fêstîvala fîlmên kurdî ya Çîkagoyê Ridwan Zozanî ji Rûdawê re ragîhand wekî navenda çanda kurdî ya Îllînoîsê ev cara yekemîn e festîvala fîlman li dar dixin.

Ridwan Zozanî dîyar kir ku ew dixwazin salên bên jî ev fêstîval bi awayî profêsîyonal berdewam bike.

“Nifûsa me kurdan gelek e lê em zêde nayên nasîn”

Zozanî amaje pê kir ku mijara îsal ya fêstîvalê dîrok, nakokî, kevneşopî û herwiha pirsgirêkên hevdem yên kurdan e û wiha domand:

“Em dixwazin pirs û doza kurd û Kurdistanê bi civaka Amêrîkayê bidin nasîn. Nifûsa me kurdan gelek e lê em zêde nayên nasîn û dîyasporaya kurd jî hinekî lawaz e.

Em dikarin bi rêya sînêma û hûnerên din xwe û doza xwe li miletên din zêdetir bidin nasîn.

Hêvî dikim jênerasyona li pey me tê karên baştir bike”.

Zozanî da zanîn ku heta niha gelek fîlm gihîştine ber destê wan û bangî sînêmagerên kurd kir ku fîlmên xwe ji wan re bişînin.

Bi gotina Zozanî, komîtêya jûrîyan ji hinek sînêmagerên Amêrîkayî û rêvebirên kavenda çanda kurdî ya Îllînoîsê pêk tê û gotîye:

“Belkî ne xelateke mezin be lê em dixwazin dîyarîyekê bidin derhênerên ku fîlmên wan bên hilbijartin”.

Zozanî destnîşan kir ku fêstîval wê di navbera 2-3 ê çirîya paşin ya sala 2024 a bê lidarxistin.

15 ê tebaxê dema dawî ya serlêdanê ye û divê derhêner heta vê demê fîlmên xwe bigihînin komîtêya fêstîvalê.

Fîlmên ku di navbera 1 ê tebaxa sala 2021 ê û tebaxa sala 2024 a de hatine girtîn tên qebûlkirin.

Kesên ku bixwazin ji bo agahîyên berfireh yên li ser fêstîvalê bibînin, dikarin vê lînka malpera întêrnêtê bitikînin: https://filmfreeway.com/chicagokurdishfilm

Zêdetir nîşan bide
Back to top button