Mehên dawî de, dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de encamên erênî yên berbiçav dane: Toyvo Klaar
Nûnerê taybet yê Yekîtîya Avropayê yê ji bo Kafkasîya Başûr Toyvo Klaar, bal kişand ser geşedanên dawî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û zêdekirina mûzakereyên ji bo çareserkirina peywendîyan didomin, dîyar kir ku Yekîtîya Avropayê jî di vê mijarê de alîkar bûye.
Li gorî rapora “Armênprêss” ê, nûnerê taybet yê Yekîtîya Avropayê di hevpeyvînekê de li gel JamNews nêrînek wiha anî ziman.
Ewî daye kifşê ku wêneya bûyer û pêşhatên ku di van salên dawî de di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de qewimîn cuda bû, ji ber ku gelek rewşên tijî tundûtûjî û qurbanîyên bêguneh û her weha yên dilxweştir hebûn.
“Şerê 44 rojî yê sala 2020 a, pevçûyînên cuda yên çekdarî û opêrasîyonên leşkerî yên mezin, rewşa li derdora korîdora Laçînê û koça girseyî ya ermenîyên Qerebaxê îlona sala 2023 a de rewşên herî dijwar bûn ku ez pê re mijûl bûm.
Ez ê her dem sohbetên ku min bi mexdûrên vê şîdetê re kiribûn û çîrokên ku min ji kesên ku di salên 1990 î de zehmetîyên bi vî rengî dîtine bihîstin bi bîr tînim.
Di heman demê de pêşveçûnên erênî jî hene. Dîyaloga di navbera Bekûyê û Yêrêvanê de gurtir bûye, ez bawer dikim ku Yekîtîya Avropayê jî beşdarî vê yekê bûye. “Danûstandin ji bo bidawîkirina peymana aşîtîyê didomin”,- Klaar daye kifşê.
Toyvo Klaar amaje bi hewlên navbeynkarîyê yên Yekîtîya Avropayê di danûstandinên Ermenîstanê û Adirbêcanê de jî kir, ku di wê çarçoveyê de, berîya şerê sala 2020 î, rola Yekîtîya Avropayê pir kêm xuya bû û erkê Yekîtîya Avropayê zêdetir piştgirîkirina formata sereke ya navneteweyî bû Koma Mînskê û ji bo hewldanên hevserokên wê.
Klaar elam kirîye ku piştî şerê sala 2020 î, Yekîtîya Avropayê bi giranî li ser daxwaza partîyan bi xwe dest bi lîstina roleke girîngtir kir, ku di rêzê civînên sêalî yên bilind yên di navbera serokê Konseya Avropayê Şarl Mîşêl, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv.Ewî amaje bi wê yekê kir ku civînên li jor ji bilî hewildanên alîyên din yên navneteweyî, ji bo her du rêberan platformeke pêwîst ji bo gihîştina hin têgihîştina hevpar li ser mijarên sereke yên peymana aşîtîyê, sînordarkirin û xêzkirin, vekirina nû ya aborîya navçê dabîn kirin û girêdanên veguhestinê û pirsgirêkên mirovahî.
Nûnerê taybet yê Yekîtîya Avropayê bi bîr xist û gotîye: “Di navbera 14 ê kanûna pêşin ya sala 2021 ê û 15 ê tîrmeha sala 2023 a de li Bryûsêlê 6 civînên lîderan pêk hatin, gelek axaftinên bi têlêfonê yên di asta bilind de hatin kirin û me jî li vir civînên şêwirmendên ewlehîyê li dar xist” serdanên xwe yên Yêrêvan û Bekûyê û li herêmê berfirehtir, Yekîtîya Avropayê alîkarîya efirandina çarçoveyekê kir ku li ser wê rêberan karîbûn rêberên wezîrên derve, cîgirên serokwezîr û aktorên din yên sereke ji bo danûstandinên pêştir bi rê ve bibin.
Li gorî wî, di mehên dawî de, dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de encamên erênî yên berbiçav derxistîye holê. “Yekîtîya Avropayê van hemû geşedanan pêşwazî kirîye, çi daxuyanîya hevpar ya 7 ê kanûna sala 2023 a ya li ser berdana girtîyan û COP29, çi jî peymanên vê dawîyê yên di 19 ê nîsana sala 2024 a de li ser xêzkirin û xêzkirina sînoran hatine encamdan û pêkanîna wan.
Ya paşîn li ser bingeha têgihîştina hevpar e ku berê bi beşdarîya me pêk hat, wek nimûne, pejirandina danezana Alma Atayê ya sala 1991 ê wek bingehek ji bo veqetandina sînorên dualî”,- Toyvo Klaar gotîye û tekez kir ku her çend di van demên dawîn de partîyan zêdetir xwedî hevdîtinên dualî hene, lê belê, Yekîtîya Avropayê amade ye ku dema ku alî li ser mijarê vegerin, dîsa rola navbeynkarîyê bigire ser xwe.