H’emû nûçeSereke

Piranîya projeya peymana aşîtîyê îdî hatîye qayîlkirinê û tiştê tek-tenê xwestina sîyasî maye: Klaar

Ez hêvîdarim,wekî bi saya hewildanên ku berdewam dibin û usa jî xwestina sîyasîye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, rûpelê dijminatîyê û zordarîyê  dikare bê welgerandinê, boy hemû cimetên herêmê. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayê Toyvo Klaar gotîye.

“Çiqasî ez zanim, piranîya projeya peymana aşîtîyê îdî hatîye qayîlkirinê. Bi fikira min, tiştê tek-tenê ku kêmbe xwestina sîyasîye, ya ku bona dawîyê pêwîste.Peymana aşîtîyê û mîyaserkirina wê, wê bi temamî halê herêmê bide guhartinê. Ez difikirim,wekî rêber vê fikirêra qayîlin û wê hemû hewildana bidine xebatê, bona ku bighîjine qayîlîya dawî”,-Klaar gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button