Pirsa girtîyên ermenîye şêr ji bo nav û dengê Adirbêcanê bi encamên xwe tije ye: France 24
Civîna COP29 de, nîşaneyên Adirbêcanê di warê mafên mirovan de nakokî ne. Dorpêçkirina Qerebaxê û şerê ku îlona sala 2023 a de qewimî bû sedema koçkirina bi destê zorê ya xelkê, ku alîyê ermenî “paqijîya êtnîkî” dihesibîne, France 24 ragîhandîye.
Di wê demê de dozgerê berê yê dadgeha cezayê ya navneteweyî, Lûîs Morêno Okampo, êrîşên Adirbêcanê yên li dijî xelkê sîvîl yên Qerebaxê wek “jênosîd” bi nav kiribû.
Ewî dîyar kiribû ku dorpêçkirina korîdora Laçînê, ku yekane girêdana navbera ermenîyên Qerebaxê û cîhana derve tê dîtin, sîstêmek e ku ji bo tunekirina vê koma êtnîkî hatîye efirandin.
Bi bawerîya Okampo, girêdana di navbera guherîna avhewa û “jênosîdê” de nayê înkar kirin. Her du jî bi peymanên navneteweyî ku bi rêk û pêk nayên bi rê ve birin.
Moreno Ocampo di civîna COP29 de kompanyake ji bo avakirina raya giştî li ser binçavkirina neqanûnî ya 23 girtîyên ermenî yên ji Qerebaxa di nav de serokên berê Arkadî Gûkasyan, Bako Sahakyan û Arayîk Harûtyûnyan, her weha xêrxwaz û karsaz Rûbên Vardanyan, bi rê ve bir.
Dozgerê berê Morêno Okampo destnîşan dike ku COP29 ji bo civaka navneteweyî derfetek e ku di mijarên mafên mirovan de zextê li Adirbêcanê bike.
Piştî koçkirina nifûsê, Qerebaxa Çîya vala ye. Morêno Okampo bi îhtîmala vegera nifûsa ermenî bawer dike, her çend ew di wê bawerîyê de ye ku girtina rehîneyên Qerebaxê ji hêla Adirbêcanê ve peyamek eşkere ye.Heger vegerin Qerebaxê, heman çarenûsa bi êş li benda ermenîyan e”.
Gelek welatan daxwaza berdana girtîyên ermenî kirin.
Cîgirê berdevkê wezîreta der ya Amerîkayê Vêdant Patêl li ser girtîyên ermenî û girîngîya mûameleya mirovî û bi rûmet ya li girtîgehan axivî.Ewî teqez kir ku welatê wî berdewam e li ser beşdarbûna di kar û barên Kafkasîya Başûr de.
“Ew ne dîlên şer in. Mexdûrên jênosîdê ne. Raporên wezîreta karên der ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şahîdîya nebûna sîstêmeke dadwerî ya serbixwe li Adirbêcanê dikin. “Ev dîktatorî ye. Li girtîgehan îşkence dikin û dikujin. Li Adirbêcanê hejmareke zêde ya girtîyên sîyasî hene”,- Morêno Okampo dibêje.