H’emû nûçeSereke

Sînorxweykirên Rûsîyayê, yên ku ji firegeha “Zvartnos” ê derketine, qulixa xwe li sersînorê Ermenîstanê û Tirkîyayê û Ermenîstanê-Îranê derbazdikin: qulixdarîya ewlehîya miletîyê

Piştî serhevdaanîna qulixa xweye li firegeha “Zvartnos” ê, sînorxweykirên rûs qulixa xwe li ser sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê û Ermenîstan-Îranê pêk  tînin. Derheqa wê yekêda qulixdarîya ewlehîya miletîyê bersiva pirsa radîyostansîya “Azaî” ê daye.

Radyoyê pirs dabû ku çend sînorxweykir li firegeha “Zvartnos” ê hebûne û gelo piştî derketina wan ewê qulixa xwe li Ermenîstanê berdewam bikin, yan na? Bersiva pirsa derheqa wê yekêda ku çend sînorxweykir li firegehê hebûne, hatîye înkarkirinê, çimkî gotine,wekî ew yek sura dewletêye, lê derheqa berdewamkirina qulixa wanda wa gotine: “Li gorî peymana sala 1992 a, ya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda morkirî, qulixçîyên îdara  Rûsîyayêye sînorxweykir qulixa xwe li ser sînorê Ermenîstîan-Tirkîyayê û Ermenîstan-Îranê mîyaser dikin”. Ji 1 ê tebaxêda tenê sînorxweykirên Ermenîstanê li firegeha “Zvartnos” ê qulixa xwe mîyaser dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button