Amûr û pêrsonalên amêrîkî yên beşdarî tetbîqatê bûne ji axa Ermenîstanê derketin: balyozxaneya Amêrîkayêye li Ermenîstanê
Balyozxaneya Amêrîkayê ya li Ermenîstanê bertek nîşanî belavoka di çapemenîya Adirbêcanêye bi sernavê “Artêşa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ketîye Zangêzûrê” da.
Têkildarî gotara navborî ya malpera Adirbêcanê caliber.az, nûçegîhanê News.am ê bi balyozxaneya Amêrîkayê ya li Yêrêvanê re têkilî danî.
Tetbîqata leşkerî ya “Eagle partner” ku ji bo zêdekirina hevxebata di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê û Ermenîstanê de pêk dihat, 24 ê tîrmehê bi awayekî serkeftî bi dawî bû. Di bersiva lêpirsîna News.am ê de hate gotin ku em dikarin piştrast bikin ku hemû alavên leşkerî û pêrsonalên amêrîkî ji Ermenîstanê derketine.
Hêjayî gotinê ye ku di gotara ku di malpera Adirbêcanê de hatîye weşandin tê gotin ku di rojên 2 û 3 ê tebaxê 2 firokeyên leşkerî yên Boeing C-17 yên hêzên çekdar yên Amêrîkayê ji baregehên leşkerî yên Amêrîkayê yên li Rûmînyayê û Rojhilata Navîn ber bi “Zvarnos” ê ya Ermenîstanê ve çûne, balafirgeha ku bi kargoya leşkerî ve pêrsonalên leşkerî jî şandibûn hev.
Hat îdîakirin ku li gorî beşa veşartî ya belgeya hevkarîya leşkerî ya ku 5 ê nîsanê li Bryûsêlê hat îmzekirin, ji bo hêzên çekdar yên Ermenîstanê nifşek nû ji çekên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatine çêkirin hatine peyda kirin: tivingên sekvanîyê, cîhazên dîtina şevê, alavên ragîhandinê yên taybetî, zirxên laşê ji bo ermenîyan, hêzên taybet, balefirên bêpîlot yên biçûk, mînên biçûk yên amêrîkî û cebilxaneyên din yên ku di artêşê de têne bikar anîn. Her wiha tê îddîakirin ku berê Dewletên Yekbûyî bi van çekan ji bo hêzên taybet yên Ermenîstanê tetbîqat pêk anîbû û piştre jî “Alîyê Ermenîstanê provokasîyoneke leşkerî pêk anîbû”.
Rojnameya Adirbêcanê îdîa dike ku daneyên îstîxbaratê yên ku ji alîyê mîsyona Yekîtîya Avropayê ve li ser çeperên artêşa Adirbêcanê hatine berhevkirin, hatine bikaranîn. Caliber.Az herwiha da zanîn ku yek ji wan du firokeyan amûrên taybet hilgirtine ku rêgezên mûşekan dişopînin û balafirên din yên ku ji nav axa Îranê hatine avêtin. Di vê mijarê de bi taybetî xetereya êrîşeke muhtemel ya ji axa Îranê li ser Îsrayêlê hat kirin. Li gorî heman kovara Adirbêcanê, cîhazên ku ji Dewletên Yekbûyî hatine anîn, tê îdîakirin ku wê li ser sînorê Ermenîstan û Îranê bên bicîhkirin.
Lê ev ne hemû ye, malpera Adirbêcanê dinivîse û berdewam dike: “Xwezî Dewletên Amêrîkayê ev wezîfe spartîye artêşa Ermenîstanê, 30-50 kesên ku divîyabû van amûran bixebitînin anîn. Ji bo ku ev pêrsonelên li ser sînorê Îranê bên bicîhkirin bala Rûsîyayê û Îranê nekişîne, pêrsonalên leşkerî bi baldarî hatin hilbijartin. Piranîya wan hemwelatîyên ji neteweya ermenî ne ku di artêşa Amêrîkayê de xizmet dikin û herwiha kesên bi rengê silav û kafkasîyan in ku ji welatên piştî Sovyêtê koçî Amêrîkayê kirine. Karmend bi ûnîformayên hêzên çekdar yên Ermenîstanê hatine çekirin û li baregeha hêzên çekdar yên Ermenîstanê ya Zangêzûrê bi cîh bûne”.