Ermenîstan yek ji welatên herêma Avrasîyayê ye ku herî zêde fond jê re hatîye pejirandin: EFSD
Ermenîstan bû yek ji wan welatên herêma Avrasyayê ku ji bo wê herî zêde fînanse hat pejirandin, li gorî fonda Avrasîyayê ya ji bo îstiqirar û geşepêdanê (EFSD) “Fînansekirina serwêrî li herêma Avrasîyayê: di raporê de nîvê yekem sala 2024 a”.
Li gorî rapora EFSD, hecma fînansmana serwêrî ya ku ji hêla sazîyên darayî yên navneteweyî û ajansên geşepêdanê yên li herêma Avrasîyayê ve di nîvê yekem ya sala 2024 a de hatine pejirandin: Adirbêcan, Ermenîstan, Belarûs, Gurcistan, Qazaxistan, Qirqizistan, Mongolîya, Rûsîya, Tacîkistan, Tûrkmênistan û Ûzbêkîstan 2,3 mîlyard dolar e.
Di 6 mehên destpêkê yên îsal de ji 72,9 selefê diravê pejirandî ango 1,6 mîlyard dolar ji welatên endamên EFSD re hatîye veqetandin. Ji vana herî zêde ji bo Qazaxistanê (693,5 mîlyon dolar), Ermenîstan (527 mîlyon dolar), Tacîkistan (332,4 mîlyon dolar) û Qirqizistan (192,9 mîlyon dolar) herî zêde fondê hatîye pejirandin.
“Komara Ermenîstanê, ku banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê di heman demê de deyndêrê sereke ye (251,4 mîlyon dolar), bi 527 mîlyon dolarî hate pejirandin, ku li gorî sala borî 178,1 mîlyon dolar zêdetir e. Di raporê de hatîye gotin: “Di warên veguheztin, rêveberîya giştî û polîtîkaya aborî de fondeke girîng hatîye qebûlkirin”.
Di nîvê pêşîn yê salê de, EFSD ragîhand ku 100 mîlyon dolar fînanse ji bo piştgirîkirina veguherîna aborî ya Ermenîstanê pejirand. Dirav wê ji bo piştgirîkirina byûcêya sala 2024 a bê bikar anîn û di encama cî bi cîkirina bernameya rêformê ya hukumeta Ermenistanê de têne peyda kirin.
Di raporê de wiha hat gotin: “Di nîvê salê de li herêma Avrasyayê gelek bûyerên girîng yên navneteweyî pêk hatin, wek civînên salane yên banka Avrasîyayê li Tibîlîsîyê, banka avakirin û pêşketinê ya Avropayê li Yêrêvanê û civînên bilind yên CAREC li Astanayê” .