Rûsîya piştî valakirina Qerebaxê ji nifûsa xwe re rê li ber qebûlkirina biryarekê di civînên Konsêya Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî digire? : şiroveya wezîreta karên der
Herî dawî zanyarê sîyasî Stêpan Grîgoryan di hevpeyvînekê de li gel têlêvîzîyona giştî ragihandibû ku piştî valakirina Qerebaxê ji niştecihbûnê, encumena Asayîşa navdewletî du rûniştin li dar xistin, ku yek ji wan ji alîyê Fransîya ve hatibû destpêkirin.
Ewî her wiha gotîye, di her du civînên Encumena Asayîşa Navdewletî de biryar hatîye dayîn ku biryarnameyek bê amadekirin ku xudanên wê Fransîya û Amêrîka ne. Li gorî zanyarê sîyasî, li gorî rêziknameyê ev danûstandin berdewam in, lê belê Fêdêrasîyona Rûsîyayê rê nade ku ev biryar bê qebûlkirin. Stêpan Grîgoryan jî ev pirs kir ku çima Ermenîstan vê yekê di tu astê de ragihîne.
Têkildarî mijarên zanyarê sîyasî, Factor.am daxwaznameyek ji wezîreta karên der ya Ermenîstanê re şand. Di bersiva anketê de, wana dîyar kir ku nîqaşên li ser mijara ku me anîbû rojevê, bi rengekî girtî, ku Komara Ermenîstanê tê de beşdar nebû, pêk tê.