H’emû nûçeSereke

Ermenistan dikare bibe navendeke veguhastin û lojîstîkê: serokê navenda BRICS

Ermenistan dikare ji bo tevgera mal, xizmet û sermayeyê bibe navendeke veguheztin-lojîstîkê. Li konferansa navneteweyî ya “Hevkariya Ermenistan û Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî digel BRICS û rêxistina hevkariya Şanhayê”, profesorê Brazîlyayê Vîcêntê Barîentos gotîye

Bikaranîna dolar û yûro di danûstandinên bazirganî yên di navbera endamên BRICS de, di du salên dawî de bi awayekî berçav kêm bûye, û rola diravên netewî di hesabên welatên beşdar de zêde bûye.

Lê belê, wek ku pispor destnîşan kir, di nav welatên BRICS+ de ji ber toleyan di dravdanên derveyî sînor de dijwarî hene.

Bi dîtina wî Ermenîstan di çareserkirina van pirsgirêkan de dikare roleke girîng bilîze. “Niha aboriya Ermenîstanê bi awayekî dînamîk pêş dikeve û li gorî nêzîkbûna erdnîgarî ya her du welatên BRICS+, Rûsîya û Îran, xizmetên darayî û bankî dikarin bibin bingeha dewlemendiya welat, wek ku li Swîsrê, Luksemburgê, Sîngapûrê, Îrlandîyayê û Urugvayê qewimî. Di doza ku çavkaniyên xwezayî yên girîng yên wek Ermenîstanê tune bûn”,- Barîentos tekez kir.

Wî da zanîn ku pêwîst e stratejiyek ji bo pêşxistina binesaziya darayî were pêşve xistin û armancên ku di nav pirsgirêkên BRICS+ de cih digirin bên mîsoger kirin. “Ermenistan dikare beşdarî avakirina pergalek ku bibe alternatîvek ji SWIFT re”,- profesor destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button