H’emû nûçeSereke

Heger projeya sereke yê nîqaşê ji pêşnûmeya peymana aşîtiyê hatibe derxistin, ev tê wê wateyê ku ew vediguhere kaxezê: Hakob Badalyan

Siyasetzan Hakob Badalyan di axaftina xwe ya li gel Factor TV de dema ku mijara sereke, xala ragihandina herêmî ji pêşnûmeya peymana aşîtiyê bê derxistin, ev yek tê wê wateyê ku bi giranî dibe kaxez.

Li gor pênaseya wî pisporê siyasî, xala pêwendîdar bi peywendiyên herêmî, xala sereke ya nakokiyê bû, ku ji bo wê hemû alî bi awayekî dîplomatîk şerê hev dikin.

“Heger ew xala girîng bê rakirin, ev tê wê wateyê ku peymana aşîtiyê bi rastî vediguhere kaxezekê ji ber ku ew pirsgirêka girîng nagire ber çavan. Pevçûn bi xwe jî li derveyî vê pêvajoyê dimîne, ango di hawîrdora jeopolîtîk de avjeniya xwe ya bi vî awayî azad didomîne. Bi giştî, Yêrêvan û Bekû di warê rawestandina mijarê de li hev dikin. Helbet ev mantiqa jêrîn jî dikare bê nirxandin, heger mijara peymana aşîtiyê demek dirêj bibe, bi kêmanî dê di demek nêzîk de lihevkirinek li ser rêyan çêbibe. Rakirina wê pirsgirêkê tê wê wateyê ku ew pêvajoyek dirêjtir û tevlihevtir e” ewî gotîye.

Hakob Badalyan her wiha bal kişande ser wê yekê ku Adirbêcanê di çarçoveya peymana aşîtîyê de bi awayekî pir zelal daxwaza guhertina destûra bingehîn ya Komara  Ermenîstanê dike. Li gorî pispor ji bo ku Beku peymanê îmze neke hincet e.

 “Adirbêcan di vê mijarê de pirsgirêkeke pir mezintir derdixe pêş:destûra bingehîn ya Ermenîstanê hedef digire. Di derbarê peymana aşîtiyê de, xwezayî ye ku Adirbêcanê bi tu awayî, bi îmzeya kaxezê jî, bi tu awayî xwe girêbide. Û ew ê çi ji destê wî tê bike ku wê peymanê îmze neke, hewl dide ku berpirsiyariyê deyne ser milê Ermenistanê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button