H’emû nûçeSereke

Nava pirsa logîstîkîda, ya bona cîguhastina baraye berbi Avropayê, Ermenîstan dikare rola girîng bona endamên BRÎKS ê bilîze: Samîp Şastrî

Bona organîzeya BRÎKS ê welatên usa pêwîstin, yên ku dikarin êkonomîka wan bidine pêşxistinê û bibine lîstikçîyên qewat, lê Ermenîstan jî ji wan welataye.Xêncî wê yekê Yêrêvan dikare bona barên welatên endam ji bo Avropayê  rola girîng ji alîyê logîstîkîda bilîze.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokê plata BRÎKS ê ye kirîn- frotanê Samîp Şastrî gotîye miqaledarê TASS ê.

“Bona welatên BRÎKS  ê, Ermenîstan bi rêsûrsên xweye goveka malhebûna gundîtîyê hewaskare, bona ku nava goveka navneteweyîda guhartin hebe, bona me welatên usa pêwîstin, kîjan dikarin êkonomîka xwe bidine pêşxistinê û bibine lîstikçîyên qewat.Ermenîstan hema ji wan welataye. Dema ku BRÎKS hate damezirandinê, gelek meriv bi bêbawarî nêzîkî vê projeyê dibûn, çimkî welatên endam li parçên dinîyayêye cuda-cudane. Niha em dibînin,wekî ew yek usa nîne”,- Şastrî gotîye û serda zêde kirîye, wekî Ermenîstan bona BRÎKS ê dikare bibe welatekî girîng û ji alîyê logîstîkîda rola girîng bilîze, eşîyayên welatên organîzeyê bighîne Avropayê.

Samîp  Şastrî gotîye, wekî piştî seredana li qeza Ermenîstanêye Araratê, ewî fem kirîye ku Ermenîstan çiqasî malhebûna gundîtîyêva girêdaîye.

“Emê lê binihêrin ku Hindistan çawa dikare li Ermenîstanê învêstîsîya bike”,-Şastrî gotîye.

Em bêjin wekî damezrînerên BRÎKS ê ev welatin: Brazîlîya, Rûsîya, Hindistan, Çînistan, Afrîka Başûr.Welatên endamin: Îran, Yêvtopîya, Yekîtîya Mîrtîyên Ereba.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button