H’emû nûçeSereke

Potênsîyala Ermenîstanêye êkonomîkî  bala  endamên BRÎKS ê û Organîzeya Hevkarîya Şanhayê dikişîne ser xwe: Maksîm Kûznêsov

Bi fikira serokê şêwira karmendên Rûsîyayê û Asîyaê, Maksîm Kûznêsov, nenihêrî wê yekê  wekî Ermenîstan welatekî biçûke, lê potênsîyala  wêye mezin heye û bala endamên BRÎKS ê û Organîzeya Hevkarîya Şanhayê dikişîne ser xwe.

Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Maksîm Kûznêsov gotîye ajansa  TASS ê.

“Pêrspêktîvên hevkarîya welatên endamên BRÎKS  ê, û Organîzeya Hevkarîya Şanhayê, yên tevî Ermenîstanê, ji alîyê kirîn-frotanê û învêstîsîyada hene. Ji kirîn-frotanê hemû jî karê dikevin. Mecala Ermenîstanêye sûka mezin heye û ew dikare hinek eşîya jî ji sûka xwe derbazî li wir bike. Nava wededa progiramên învêstîsîyon jî wê bêne mîyaserkirinê.Êkonomîka Ermenîstanê dînamîka baş dide kifşê û ew yek bala welatên BRÎKS ê û Organîzeya Hevkarîya Şanhayê dikişîne ser xwe”,- Kûznêsov gotîye ajansa TASS ê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button