H’emû nûçeSereke
“Emê ceza bikin, kîjanê wededa û hesabkirîbe”: baylozê Îranêyî li Ermenîstanê derheqa derbgîhandina Îsrayêlêda gotîye

Emê Îsrayêlê cezakin, kîjanê wededabe û hesabkirîbe. Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye rojnamevana.
“Me her dem dijminên xwe ceza kirine, lê bi aqilmendî û wededa.Vê carê jî emê cezakin, kîjanê wededabe û wê hesabkirîbe”,-baylozê Îranêyî li Ermenîstanê gotîye.
Em bîr bînin,wekî êtapa êskalasîya nû, ya Îranê û Îsrayêlê, wî çaxî destpê bû, dema ku li Têhranê serokê HAMAS ê yî sîyasî Îsmayîl Hemîa hate kuştinê.Îran Îsrayêlê nava wê yekêda gunehkar dike û derheqa heyfhildanêda dibêje. Niha dinîya hîvîyêye ku Îranê bersiva çi cûreyî bide Îsrayêlê.







