Hevaltîya navdar ya brîtanî bi hilberînerê ermenî re peymaneke lîsansê ya mezin îmze kirîye
“Hevaltîya titûnê ya Ermenîstanê, ATC” bi Reemtsma Cigarettenfabriken GmbH re, ku endamê koma brîtanî Imperial Brands e, peymaneke lîsansê ya mezin îmze kirîye.Hevaltîya bi berpirsîyariya sînorkirî Avêrs, ku li Komara Ermenîstanê belavkerê taybetî yê markên Imperial e, di heman demê de partîyek peymanê ye.
8 ê tebaxê de li fabrîkeyê bi amadebûna wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan, endamên meclîsa neteweyî, endamê koma Imperial Brands Reemtsma Cigarettenfabriken GmbH nûnerê hevaltîyê Tîgran Xaçatryan, nûnerê hevaltîya Avêrs Karo Şahbazyan, rêveberê bazirganîyê yê hevaltîya ATC Gûrgên Narîmanyan hevkarîya fermî hat kirine.
ATC li Ermenîstanê tekane hevaltîy e ku fabrîkaya wê tê plankirin ku du marqeyên navdar yên cîhanê hilberîne. Berhemên ku hemû pîvanên navneteweyî bi cîh bînin wê li bazara Ermenîstanê bên firotin.
Ev gava yekem di hevkarîya di navbera ATC û Imperial Brands de ye. Rastîya ku pargîdanîya ATC amade ye ku hilberîna mezin li gorî standartên navneteweyî bi saya têknolojîyên herî nû û alavên xwe, xetên hilberîna nifşa herî dawî û hebûna pisporên bi tecrûbe di damezrandina hevkarîyê de pir alîkar kir.
“Ji welatên Sovyêta berê, ev yekem bûyer e ku hilberînereke navneteweyî bi hilberînereke herêmî re peymanek lîsansê îmze dike.Tecrûbeya berê ew e ku ev hilberîner bixwe kargehan ava dikin û tevahîya pêvajoya hilberînê bi xwe birêxistin dikin û birêve dibin. Di vê rewşê de me mafê hilberînê li şûna wan wergirtiye, ev jî tê vê wateyê ku em ê bi tevahî li gorî têknolojîyên wan, standardên wan bi rê ve bibin”.
Di heman demê de, di sazîya rêveberiyê de di ATC de guhertinek çêbûye, û niha, xebatên girseyî têne kirin ji bo dabînkirina kalîteya nû, ji bo temamkirina rêza hilberên pargîdaniyê bi marqeyên nû, û her weha ji bo kişandina bazarên nû yên navneteweyî. Bi taybetî di çarçoveya bernameya veberhênana sala 2024-2027 a de tê plankirin ku ji 13 mîlyard dolarî zêdetir razemenî bê kirin û 200 karên din jî li 70 karên heyî yên li hevaltîyê bên zêdekirin. Fonda miaş û alîkarîyê ji bo karmendek ku di du dewreyan de bixebite wê bi navgînî 385 000 diramb be.