Ji Kermanê heta Yêrêvanê: motorsîklêtên îranî wek nîşana aşîtîyê ji Kermanê hatin Yêrêvanê
6 motorsîkletkarên îranî ji Kermanê ji bo aşîtîyê hatin Yêrêvanê.Navenda geştûgûzarî û otomobîlan ya parêzgeha Kermanê 4 ê tebaxê de serdaneke dostane bo Ermenîstanê bi awayê mîtînga motorsîkletan li dar xist.
Li gorî peymana îmzekirî ya di navbera bajarên Kerman û Armavîrê de ku di îlona sala 2022 a de ji bo ragîhandina bajarên bira hatîye îmzekirin, proje ji bo pêşxistina aşîtîyê û pêşkêşkirina seyrangehên her du welatan tê armanckirin.Koma motosîkletê ya mîtîngê gihîşte balyozxaneya Îranê ya li Ermenîstanê.
Yek ji motorsîkletên îranî ji rojnamevanan re ragîhand ku rêya hundurê Ermenistanê gelek xweş e, tenê pirsgirêka wan bi kalîteya rêyan ve girêdayî ye.
“Ez gelekî ji Ermenîstanê û gelê ermenî hiz dikim, min 5 salan li Ermenîstanê mamostetîya karateyê kir û pêşnîyara min jî ew bû ku vê carê gera xwe ya Ermenîstanê saz bikim. Ez bi xwe li 82 welatan gerîyam, li Avropayê, Asîyayê, Afrîkayê gerîyam, lê ji bo hemû motorsîkletên me, Ermenistan xwedî wateyek din e. Rêya ku ji Kermanê diçû Ermenîstanê û di nava Ermenîstanê de pir xweş e, tenê pirsgirêka me bi kalîteya rêyan ve girêdayî bû. Em di nav 4-5 rojan de gihîştin Yêrêvanê, di vê demê de li herêma Syûnîkê rawestgehek me hebû, gel em baş qebûl kirin, em bi germî pêşwazî kirin”.
Li gor gotina Mehdî Sobhanî balyozê Îranêyî li Ermenîstanê, motorsîklêtan 2300 kîlometran meşîyan da ku peyama dostanî, biratî û aşîtîyê bigihînin du miletan. “Rewşa ku jê re dibêjin bajarên bira, hincet û sedemek e, tenê armanc gîhandina peyama dostanî û aşîtîyê ye.Heger bi motorsîkletan ji Tehranê heta Yêrêvanê bihatana kirin, ev tê wê maneyê ku em pir nêzîkî hev in. Bi motorsîkletan ancax bi bejahîyê gerîyan û ji deryayan wêdetir ne mimkûn e.