H’emû nûçeSereke

Vekirina rîya gerekê bin serbixwetîya Ermenîstanêda bê kirinê: baylozê Îranêyî li Ermenîstanê

Em piştgirê wê yekêne ku rê bêne vekirinê, lê ew yek gerekê bin serbixwetîya Ermenîstanêda bê kirinê.Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye, ku Bekûyê ji “Peymana aşîtîyê” xala derheqa vekirina rîyada derxistîye.

“Em piştgirê vekirina rîyane, lê vekirina rîya gerekê bin serbixwetîya Ermenîstanêda bê kirinê”,- baylozê Îranêyî li Ermenîstanê gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê, ku paşdaêxistina vekirina rîya wê encamên çawa pêşda bîne, Mehdî Sobhanî gotîye: “Ew yek tiştekî sadeye, heger vekirina rîya tê kirinê, nava encamên wê yekêda çûyîn-hatin mezin dibe, lê gerekê pevketin û qayîlîya dualî hebe.

Heger pevketin hebe, wî çaxî alî nêzîkî aşîtîyê dibin. Ev yek bona kara herêmêye, bona kara cimetên herêmê.Ew çi ku bona îzbatkirina aşîtîya qewîn tê mîyaserkirinê, em piştgirên wê yekêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button