Nêzîkî 300 cîhên xebatêye nû wê bên vekirin: wezîrê aborîyê serdana kargeha helandina mêtalan kirîye

Wezîr Gêvorg Papoyan 9 ê tebaxê li herêma Araratê santrala helandina mêtal ya ku tê avakirin zîyaret kir.
Wezîreta aborîyê da zanîn ku alîkarê wezîr Narêk Têryan, welîyê herêma Araratê Sêdrak Têvonyan û serokê civaka mezin ya Araratê Aslan Avêtîsyan jî beşdarî serdanê bûne.
Hilberîna mêtalan wê ji alîyê hevaltîya ermenîya-amerîkî bê destpêkirin. Fabrîke wê pisporê hilberîna mêtalên hesin, di nav de rêbar, lûle. Ev tesîsa herî pêşketî di binesazîya pîşesazî ya Ermenîstanê de veberhênanek mezin e û tê pêşbînîkirin ku ji bo aborîya welêt alîkarîyeke girîng bike. Tê plankirin ku di qonaxa yekem de 30 mîlyon dolar razemenî bê kirin (di qonaxa duyem de 40 mîlyon dolarên din), wê nêzîkî 300 karên nû bên vekirin.
Wezîr li gel midûrê “Cî Tî Bî Holdîngs” ê Tîran Hakobyan û sermayedar Bobby Kang li fabrîkayê gerîyan, bi îmkanên hilberînê û têknolojîyên pêşketî yên ku wê di hilberîna berhemên pola yên bi kalîte de bên bikar anîn nas kirin.
Wezîr tekezî li ser giringîya destpêşxerîyên bi vî rengî ji bo pêşxistina geşepêdana aborî û peydakirina kar li herêmê kir. Proje bi hewldanên hem veberhênerên navneteweyî û hem jî Fast bankê hate pêkanîn.







