H’emû nûçeSereke

Bi pêkanîna bernameya nû ya bi bandor li Ermenîstanê, tê çaverêkirin ku salane 54 ton keviroşa çêbibe

Di çarçoveya bernameya salên 2024-2026 de ji bo pêşxistina çandinîya kevroşkên pîşesazî li Ermenîstanê, ku piştgirîya dewletê dide, 1 peyman ji xwe hat îmzekirin û 2 yên din jî li bendê ne.

Alîkara wezîrê aborîyê Tatêvîk Sargsyan di civîna çapemenîyê ya ku li salona çapemenîyê ya “Armenpress”ê hat lidarxistin de gotîye.

Alîkara wezîr destnîşan kir ku her çend çandiniya kevroşkên pîşesazî li komarê rêgezek nû ye, lê perspektîfên pêşkeftinê hene.

Dewlet li bendê ye ku di encama desteka bernameyê de sûdmend zêde bibin.

“Di çarçoveya projeyê de niha  girêbesta me li ser sînorê navçeya Vogcî ya navçeya Şirakê heye. Xebat didomin. Wezîret di vî warî de li ser îmzekirina  girêbestên din dixebite. Em hêvî dikin ku heta dawiya çaryeka sêyemîn em ê 2 peymanên din yên îmzekirî yên li ser pêşxistina çandiniya kevroşkan hebin”,- Tatevik Sargsyane gotîye.

Di çarçoveya projeyê de divê 4 kompleksên xwedîkirina kewaran ya biçûk û yek jî navîn û mezin bê avakirin.

 “Di bin şert û mercên pêkanîna bi bandor de, dewlet li bendê ye ku salane 54 ton kevroşkên maddî hilberîne”,-ewê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button