
Serokê dezgeha giştî ya kar û barên mînan dibêje, li gorî peymana Ottavayê, divîyabû Herêma Kurdistanê heta sala 2018 a ji mîn û bermahîyên şer bihata paqijkirin.
Serokê dezgeha giştî ya kar û barên mînan Cebar Mistefa 13 ê tebaxê ji K24 ê re gotîye: “Li gor rêkeftina Ottavayê, divîyabû Herêma Kurdistanê heta sala 2018 a ji mîn û bermahîyên şer bihatana paqijkirin, lê ji ber rewşa ewlekarî, sîyasî û leşkerî û bi taybetî jî metirsîya DAÎŞ ê, ew prose bidawî nebû”.
Cebar Mistefa dîyar kir, piştî sala 2018 a li Îraqê û Herêma Kurdistanê proseya paqijkirin mîn û paşmayînên şer bo deh salên din hat dirêjkirin. Herwiha got jî, proseya paqijkirina deveran ji mînan karekî dijwar e.
Da zanîn jî, kar li ser paqijkirina navçeyên Kurdistanê ji mînan zehmet e, bi taybetî ji ber ku piranîya zevîyên mînan, li deverên çîyayî û navçeyên sînorî ne.
Serokê dezgeha giştî ya kar û barên mînan amaje bi wê yekê jî kir, 200 kîlometrên çargoşe mane ku ji mînan bê paqijkirin, ku heta niha jî metirsî li ser rûniştvanên wan deveran heye.
Kabîneya Nehem ya hukumeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya dezgeha giştî ya kar û barên mînan de, girîngîyeke mezin daye paqijkirina zevîyên ku bi mîn û teqemenîyan hatine çandin.
Piranîya van mînan di sala 1980 yî de di dema şerê 8 salî yê Îranê û Îraqê de ji alîyê rêjîma berê ya Îraqê ve hatine çandin, bi taybetî li navçeyên sînorî ji bo astengkirina pêşketina hêzên Îranê di wî şerî de.







