Pêvajoya guhartinên konstîtûsîyon karê Ermenîstanêyî hundure: wezîreta karên der

Wekîlê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv,yê pirsên taybet Êlçîn Amîrbêkov, wextê hevpeyvîna tevî radyostansîya “Azaî” ê elametîya serokê xwe careke mayîn wekilandîye, wekî heger Ermenîstan Konstîtûsîya xwe neguhre, peymana aşîtîyê wê neyê morkirinê.
Ewî usa jî gotîye,wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pirsa guhartina Konstîtûsyayê tevî wekîlên hukumata Adirbêcanê gotûbêj kirîye. Bi gotina wî, Nîkol Paşînyan wede xwestîye, bona ku bikaribe Konstîtûsîya nû qebûlke.
Girêdayî elametîya wekîlê Elîyêvra Factor. am ê, pirs şandîye wezîreta Ermenîstanêye karên der. Çawa bersiva wê pirsê ji wezîreta karên der gotine wekî pêvajoya guhartinên Konstîtûsyon karê Ermenîstanêyî hundure.
Em bêjin,wekî Adirbêcan wê nivîsara nava Konstîtûsîya Ermenîstanêda çawa pirsgirêk hesab dike, ya ku derheqa dêklarasîya serbestîyêdane, ya ku li ser bingeha birîyara sala 1989 a hatîye amadekirinê, ya “Yekbûna Ermenîstana Sovyêtê û Qerebaxê”. Nava vê pirsêda Bekû dewekarîyên têrîtorîyal dibîne.
Em bîr bînin,wekî Paşînyanê serokwezîr meha glanêda teslîm kiribû ku projeya Konstîtûsîya nû amadekin û hetanî 30 ê kanûna sala 2026 a îzbatkin.







