H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê careke mayîn gava xêfiktîyê avîtîye û “hîmna” Yêrêvanê raber kirîye

Fonda lêkolînê, ya bi navê “Gêxard” ew şermezar kirîye wekî hîmna paytexta Ermenîstanê-Yêrêvanê, hesab kirine çawa ya azêrî yan jî tirkî.

“Gavên rêjîma Elîyêv, yên  dijî axa Komara Ermenîstanê zêde dibin.Xêncî wê yekê wekî axa Ermenîstanê Adiribêcan çawa ya xweye dîrokî hesab dike, propaganda Bekûyê usa jî bi aktîvî nava goveka çandêda dixebite.

Van roja  hate belavkirinê,wekî  giva hîmna bajarê Yêrêvanê, giva ya Komara Êrîvana tirkîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî xudanê wî miqamî kompozîtor Cavanşîr Gûlîyêve.

Ew yek jî tiştê taybete wekî ew miqamê ku  hatîye raberkirinê, li avayê opêra Adirbêcanê li ber cimetê hatîye qedandinê.

Bekûya fermî careke mayîn proseya “Şûştina mejûyên civaka azêrî mîyaser dike”,-nava elametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button