Ji Ermenîstanê hinardekirina fêkî û zebzeyên teze zêde bûye: zêdetir ji 85 selefî-Rûsîya
Ji Ermenîstanê heta 14 ê tebaxê 88,2 hezar ton fêkî û zebzeyên teze hatin îxrackirin û ev yek li gor heman heyama par 7,2 hezar zêdetir e.
Li ser pirsa “Armênprêss”ê, wezîreta aborî ya Ermenîstanê derbarê vê yekê de agahî da.
Wezîretê gotîye: “Li gorî daneyên xebatê yên sazîya kontrolkirina ewlehîya xwarinê, ji 14 ê tebaxa sala 2024 a vir ve ji komarê nêzîkî 88 200 ton fêkî û sebzeyên teze hatin hinardekirin, li gorî sala borî di heman rojê da nêzîkî 81 hezar ton bû”.
Derbarê berhemên ku tên hinardekirin ev in: nêzîkî 33,3 hezar ton behîs, 12 hezar ton sêv, 2,5 hezar ton hirmî, 2,3 hezar ton kiraz, 1,7 hezar ton hirmî, 10,0 hezar ton bamirî, 6,3 hezar ton bîber, 5,3 hezar ton kartol, 4,8 hezar ton xiyar, 75,6 hezar ton ango 85,7 selef fêkî û sebzeyên teze yên ku tên îxrackirin aîdî Fêdêrasîyona Rûsîyayê ne û mîqdarên mayî jî ji bo Gurcistanê, Qazaxistanê, Bêlarûsê, Ûkraînayê, Polonyayê, Ûzbêkîstan, Qatarê, Almanyayê û Tirkmênistanê.