H’emû nûçeSereke

Gelo belavkirina koma Mînskê mecala Bekûyêye hukumkirinêye, yan beşeke pêvajoya aşîtîyêye?

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirîye wekî Yêrêvan pirsa berdewama pêvajoya koma Mînskê dikare nava hemtêksta morkirina peymana aşîtîyêda bibîne.Wekîlên desthilatdarîyê bi menîyên cûre-cûre dane kifşê, wekî piştî îmzekirina dokûmêntê gerekê derheqa wê yekêda xeberdin.

Fikirên pispora dora vê pirsê cuda-cudane. Bi qîmetkirina hineka, pirsa belavkirina koma Mînskê Adirbêcan çawa mecala hukumkirinê wextê danûstandina dide xebatê.Hinek jî li ser wê fikirêne wekî Elîyêv bi wê yekê dikare pirsa Arsaxê bi temamî bigre. Hinek pispor jî dibêjin wekî ew kom dêfakto îdî tune.

Bona îmzekirina qayîlnivîsarê, Adirbêcan dewê dike konstîtûsîya Ermenîstanê bê guhartinê û bi hevra koma Mînskê belavkin.Serokê Adirbêcanê usa jî gotîye,wekî Ermenîstan qayîl nîne ku koma Mînskê bê belavkirinê.

Girêdayî vê yekêra, wezîreta Ermenîstanêye karên der daye dîyarkirinê: “Alîyê ermenî pirsa berdewama şuxulkarîya koma Mînskê dikare tenê bona normalkirina pêwandîya û berê ewlin nava hemtêksta morkirina peymana aşîtîyê lê binihêre”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button