H’emû nûçeSereke

Dawîya havînê soz dide ku tijî avceh be: fêstîvala “Rojên avcehê” wê li Yerêvanê bê lidarxistin

Dawîya havînê soz dide tijî avcehbe, pir lîstik, hêşîn û jibîrkirî be.

23, 24, 25 ê tebaxê we li Yêrêvanê li kolana Zakyan fêstîvala “Rojên avcehê” bê lidarxistin. Di festîvalê de zêdetir 10 lîstik, bi dehan cûreyên  avceh, xwarinên xweş, mûzîka bi kalîte, 3000 dîyarî, pêşbirkek û helbet pêşbirkek tê payîn.

Armanca mîhrîcana “Rojên avcehê” ew e ku kevneşopîyên bîrê derxîne holê, Ermenîstanê wek hilgirê çanda bîrayê û îro welatekî pêşeng di hilberîna bîrayê de ji cîhanê re bide nasîn, pêşvebirina geşepêdana geştîyarîyê û helbet bi êfirandina jîngehek germ û xweş ji beşdaran re hestek bilind peyda bikin.

Dirûşmeya fêstîvalê “Min negot, Ksênêfon got” e, ku behsa berhema Ksênêfon “Anabasîs” e û dîroka hezarsalî ya berhemanîna bîrê li Ermenîstanê tîne bîra mirov.

Çalakî îsal cara sêyemîn tê lidarxistin. Armanca wê ew e ku serkeftina fêstîvala “Rojên şeraba Yêrêvanê” dubare bike û Ermenîstanê bike yek ji cîhên sereke yên geştyarî.

Festîval dê di navbera 6 herêmên sereke de bê dabeş kirin.

• Avceh û qada xwarinê

• Zona lîstikê

• Zona mûzîkê

• Zonê zarokan

• Qada bêhnvedanê

• Zona pêşbirkê

Yek ji deverên bijarte yên fêstîvalê jî qada lîstikê ye, ku dê 3000 dîyarî ji hêla hevkar û beşdaran ve bên avêtin.

Lê îmkanên wergirtina dîyarîyan bi dawî nabin. Du sê rojên bûyerê de, dê ji qonaxê bixwe pêşbaziyek hebe, ku di heman demê de dê fersendê bide we ku hûn dîyarîyên ji çêrvan û hevkarên din bistînin.

Fêstîval bi firsendê bide berhemhênerên bîrê ku berhemên xwe pêşkêşî bi hezaran mêhvanan bikin.

Îsal dê gelek hunermendên nûjen û komên ku nû hatine damezrandin di fêstîvalê de derkevin ser dikê, ji bo gelek ji wan ev bûyer yekem ezmûna xweîfadekirinê ye û li pêşberî temaşevanek mezin derketin ser dikê.

Fêstîval wê seheta 16:00 de dest pê bike û seheta 22:30 bi dawî bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button