Steyrkek tevlî zemînê dibe: balyozê Fransîyayî li Ermenîstanê amaje bi nûçeya mirina Alên Dêlon û serdana wîye li Sîsêrnakabêrdê kir

Balyozê awarte û temsîlkar yê Fransîyayê yê li Ermenîstanê Olîvyê Dikotînî bertek nîşanî mirina steyrkê efsanewî yê sînêmayê yê fransî Alên Dêlon da û bi bîr xist ku di serdana xwe ya Ermenîstanê de ew jî serdana kompleksa bîranîna qurbanîyên qirkirina Ermenîyan kirîye.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, balyozê Fransîyayî yê li Ermenîstanê li ser vê yekê di mîkrobloga X ê da nivîsîye.
“Mirina Alên Dêlon: stêrkek tevlî zemînê dibe. Li vir sala 2012 a li Yêrêvanê, li wir serdana bîrdarîya qirkirina Ermenîyan kirîye”,- di nivîsa Dikotîn de, ku li kêleka wê wêneyê Alên Dêlon li Sîsêrnakaberdê belav kirîye, gotîye.
18 ê tebaxa îsal hat zanîn ku efsaneyê sînêmaya fransî Alên Dêlon 88 salîya xwe de koça dawî kirîye. “Alên Faîên, Anûşka, Êntonî, û her weha (kûçikê wî) Lûbo bi xemgîniyek kûr mirina bavê xwe radigîhînin. Ew bi aramî li mala xwe ya li Dûşîyê, di nav sê zarokên xwe û malbata xwe de mirîye”,-malbata wî di daxuyanîyekê de gotîye.
Alên Fabîên Morîs Marsêl Dêlon 8 ê çirîya paşin, sala 1935 a ji dayik bûye. Wek lîstikvan pir zû navdar bûye. Ji xwe di 23 salîya xwe de, ew bi lîstikvanên fransî yên wekî Jêrard Fîlîp û Jan Marên, û her weha lîstikvanê amêrîkî Cêyms Dînn re hate berhev kirin. Lîstikvan stêrkek serdema zêrîn ya sînêmaya fransî bû, ku bi kesayeta xwe ya dijwar li ser ekranê tê zanîn.
Bi tevahî, wî di dema kariyera xwe de di zêdetirî 90 fîlman de lîstîye.







