H’emû nûçeSereke

Wezîreta Îranêye karên der pêwandîyên dostîyê, çêkirinê û six, yên tevî Ermenîstanê girîng hesab kirîye

Wekîlê wezîreta Îranêye karên der Nasir Kananî pirsa derheqa piştgirîya amêrîkîye bona Ermenîstanê şirove nekirîye û dewsa wê yekê pêwandîyên ermenîya-îranîyaye dostîyê, çêkirinê û six girîng hesab kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, berdevkê wezîreta Îranêye karên der nava axaftina xweda derheqa girîngîya pêşxistina pêwandîyên dualîda xeberdaye, bi taybetî, yên bona hevkarîya bo qewînbûn û ewlehîya li herêmê, usa jî xweykirina sînorên tevayî.

Lê belê, berdevkê wezîreta Îranêye karên der usa jî gotîye: “Em tevî pirsgirêkên welata nabin, lê çawa prînsîpa tomerî, em hindava rola amêrîkîye li herêmê û amadebûna wêye li vir dibêjin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button