H’emû nûçeSereke

Berjewendîyên Moskvayê û Bekûyê di hin mijaran de li hev tên û hewl didin van berjewendîyan pêş bixin: azêrîzan

Berîya serdana Vladîmîr Pûtîn bo Bekûyê, alîyê rûsî berîya niha behsa wê yekê kiribû ku yek ji mijarên sereke yên danûstandinên li gel serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv wê bi pêwendîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê ve girêdayî be, ji ber wê jî daxuyanîyên Rûsyayê yên di serdana du rojan de, belge dikin. Mijara rakirina bloka ragîhandinê û sînorê Syûnîkê, pirsa rêyeke muhtemel di mijara gotûbêjan de bû.

Azêrîzan Tatêv Hayrapêtyan di axaftina xwe ya bi “Armênprêss”ê de ev nêrîna xwe anî ziman û amaje bi serdana dewletê ya serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn ya Adirbêcanê kir.

“Eger em li tiştên ku hatine gotin zêde bikin ku berê Adirbêcanê ragihandibû ku mijara girtina rêyan li derveyî gotûbêjên peymana aşîtîyê hatîye hiştin, ev tê wê wateyê ku ev mijar derbazî qadeke din bûye û di vê mijarê de hate dîtin ku yek ji mijara sereke ya hevdîtinên Pûtîn-Elîyêv jî ew bû ku wî amaje bi wê yekê kiribû û Pûtîn tekez kir ku ew ê encamên serdanê û nîqaşên serdanê agahdar bikin jî ji ber vê yekê ye”.

Li gorî weşanên qada propaganda û mêdyaya dewletê ya Adirbêcanê û daxuyanîyên di dema rûmalkirina vê serdanê de, azêrîzanê destnîşan kir ku peyama herî girîng ew e ku Adirbêcan li gel Rûsyayê rê nadin ku dewletên din di vê serdanê de rola xwe bilîzin. Li herêmê, û di tevahiya kampanyayê de, fikra ku hêzên amêrîkî li Ermenîstanê partîyeke bingehek leşkerî ava dike, hewl dide ku vê rewşê bike mijara nîqaşên aktîv.

 “Adirbêcan li herêmê hewl dide xwe weke dewleteke ku rê nade welatên din tevlî pêvajoyên Başûrê Kafkasyayê bibe û wek dewleteke ku Rûsya tu carî pirsgirêkê pê re çênabe bi cîh bike. Bi awayekî xwezayî mijara rêya ku di Syûnîkê re derbaz dibe ji bo Adirbêcanê girîng û aktûal dimîne. Ji xwe re çareserîyeke guncav ji wê pirsê re nedîtin, lewma pirsgirêk derbazî qadeke din kirin”.

Li gorî Hayrapêtyanê, alîyê rûsî gelek behsa korîdora Bakûr-Başûr ku Hindistan û Îranê bi hev re girêdide, dike û Adirbêcan jî bi giranî li ser rêya ku di Syûnîkê re derbaz dibe, radiweste. Alîyê Adirbêcanê dixwaze Ermenîstanê weke alîyekî wêranker ku li dijî blokekirina herêmê ye nîşan bide. Û bi rastî jî Ermenîstanê berê xwe da pêşnîyarên “Xaçerêyên aşîtîyê” û Adirbêcanê jî wan pêşnîyazan qebûl nake, lewra jî hewl dide ku hemû tiştî bi rengekî din pêşkêş bike.

Adirêcanê amaje bi pêrspektîva peymana aşîtîyê û daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê û hevgirtina van her du belgeyan kir û tekez kir, ku peymana bi navê aşîtîyê rasthatina rastîyên şer e. Pirsgirêka herî mezin, ji ber ku rastkirina rastîyên bi vî rengî pêk hatine, tö eleqeya xwe bi aşîtîyê re nîne.

 “Heger Adirbêcan pirsgirêkê bi rêyên aştîyane çareser bikira û ermenî li Qerebaxê bijîn wê aşîtî pêk bê. Di vê navberê de hevwelatîyên me bi desê zorê ji wir hatine koçberkirin û di peymana navborî de tö agahî derbarê wan de nîne. Di derbarê daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê de, ew peyman di serî de li ser statûya Qerebaxa Çîya û jîyana ermenîyan li wir bû. Di vê qonaxê de, ji niha ve rewşeke cöda derketîye holê, ji ber vê yekê ne pêkan e ku bi berdewamî behsa yek xala peymanê bê kirin û ji bîr bike ku Moskva û Bekû hemû bendên din binpê kirine û niha Yêrêvanê neçar dikin ku berpirsîyarîyên ku yek ji  peymanê girtîye ser xwe bi cîh bîne”,- Hayrapêtyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button