Borcbirê baylozê Ermenîstanêyî li Bêlarûsê gazî wezîreta Bêlarûsêye karên der kirine

Borcbirê baylozê Ermenîstanêyî li Bêlarûsê Narêk Tîratûryan, girêdayî aksîya şikyatkirinêra, ya li ber wekîleta Bêlarûsêye dîplomatîye li Yêrêvanê, gazî wezîreta Bêlarûsêye karên der kirine.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Bêlarûsêye karên der elamî ajansa BÊLTA ê kirine.
“Elamî dîplomatê ermenî kirine, wekî komeke meriva li ber wekîleta Bêlarûsêye li Yêrêvanê berev bûne û zyan gîhandine avayê wekîletê. Alîyê Bêlarûsê hesab dike wekî vandal wê bêne eşkerekirinê û zîyana dayî wê bê kompênsasîyakirinê û ew meriv wê bi qanûndarîya Ermenîstanê bêne cezakirinê”,- nava elametîya wezîretêda hatîye gotinê.
Em bîr bînin wekî serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko wextê hevpeyvîna tevî kanala “Rossyaya” ê, dema ku ewî derheqa sîyaseta desthilatdarîya Ermenîstanêda xeberdaye, gotîye: “Xêncî me, ermenî kêra lazimin? Ew kesekîra lazim nînin, ew bila êkonomîka xwe bidine pêşxistinê guhdarîyê bidine ser wê yekê. Çi Fransîya, çi Makron? Sibê Markonê tunebe û hemû wê derheqa Ermenîstanêda bîr bikin”. Ev elametîya Lûkaşênko bûye menîya wê aksîya şikyatkirinêye li Ermenîstanê.







