H’emû nûçeSereke

Fêstîvala 10 emîn, ya navneteweyî ya fîlmên belgefîlman “Dara zerdelê” li gundê Dêbêdê ya herêma Lorîyê wê bê lidarxistin.

Di navbera 24-31 ê tebaxê de li Ermenîstanê li gundê Dêbêdê yê herêma Lorîyê ya Ermenîstanê, fêstîvala 10 emîn, ya navneteweyî ya fîlmên belgefîlman ya navneteweyî ya bi navê “Dara zerdelê” tê lidarxistin.

Li gorî zanyarîyên ku ji fêstîvalê hatine wergirtin, ji nêzîkî 20 welatan nêzîkî 40 fîlm wê di celebên cûre-cûre yên sînemaya dokûmanterî de: ezmûnî, antropolojî, êtnografî, anîmasîyon. Di bernameyên pêşbirkê yên kurt û dirêj de 19 fîlm hene, hinek ji wan berîya niha li fêstîvalên navdar yên cîhanê yên li Bêrlînê, Vênêtîkê, Rottêrdamê, Amstêrdamê û deverên din hatibûn nîşandan û hinek jî wê di çarçoveya 10 emîn fêstîvala “Dara zerdelêda” prêmîyêra xwe ya cîhanî bikin.

Tê gotin ku dê bernameyên taybet yên derveyî pêşbirkê bi helkefta 100 salîya ji dayîkbûna Sêrgêy Parajanov û Şarl Aznavûr nîşandin.

Di festîvalê de îsal wê 25-30 beşdarên xwecihî û bîyanî hebin. Û serketî wê ji alîyê jûrîyeke bihêz ve bên dîyarkirin, ku îsal ji senaryonivîsê navdar yê fransî-ermenî Jak Kêbadêan, ku çend fîlmên wî dê di çarçoveya bernameya paşverû de bên nîşandan, derhênerê îranî Mehdî Bagerî û rexnegira sînemayê ya ermenî Sona Karapogosyan pêk tê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button