H’emû nûçeSereke

Hetanî dawîya serokatîya Lûkaşênko gerekê pêwandîyên dîplomatî tevî Bêlarûsê bidine sekinandinê: elametî

Platforma Ermenîstanêye hêzên dêmokratîk elametî belav kirîye û dew ji desthilatdarîya Ermenîstanê kirîye ku pêwandîyên dîplomatî, yên tevî Bêlarûsê, bidine teribandinê.

Elametî bi vî cûreyî hatîye amadekirinê:

“Bi hesabhildana hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona “Rossîya” ê, û usa jî ya tevî kanala “Bêlarûs 1” ê, ya serokê Bêlarûsê Lûkaşênko, wextê kîjanê ewî gotinên necayîz derheqa Ermenîstanê û cimeta ermenîda raber kirîye, wekî ermenî tu kesîra lazim nînin, usa jî xwemikurhatina Bêlarûsê  ku wextê şerê tevî Adirbêcanê, piştgirî dane Adirbêcanê, gerekê ew yek çawa gava dijminatîyê  û çawa teribandina borcdarîyên Peymana Organîzeya Kolêktîv bê qîmetkirinê.

Bi hesabhildana teribandinên mafê welatîyên ermenîye li Bêlarûsê, rûyê kîjanêda bi seda girtîyên sîyasî hene, platforma hêzên Ermenîstîanêye dêmokratîk dewê ji desthilatdarîya Ermenîstîanê dike:

1.Hetanî dawîya desthilatdarîya Lûkaşênko pêwandîyên dîplomatîk bidine teribandinê.

2.Baylosê Bêlarûsê û xebatkarên baylozxanêye mayîn çawa şexsên nexwestî  (Persona Non-Grata) û ew gerkê nava sê rojada ji Ermenîstanê derkevin.

3.Û qayîlnivîsarên tevî Bêlarûsê bidine teribandinê.

4.Hatina nevsên Bêlarûsêye li Ermenîstîanê bidine qedexekirinê û îzinê nedin ku nevsekî Ermenîstanêyî fermî li Bêlarûsê biqeside.

5.Ji wan tifaqên leşkerî û êkonomîkî derkevin,nava kîjanadaye usa jî Bêlarûs”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button