H’emû nûçeSereke
Îranê îdîayên mêdyayê yên derbarê sedemên ketina helîkoptêra Raîsî bi fermî red kir

Ajansa Tesnîm ya Îranî dinivîse, serfermandarîya giştî ya hêzên çekdar yên Îranê îdîayên mêdyayê yên derbarê sedemên têkbirina helîkoptera serokkomarê nemir yê Îranê Îbrahîm Raîsî red kir.
Serfermandarîya giştî daxuyanîya ajansa /Fars/ ya ku behsa “çavkanîyeke agahdar” dike derew bi nav kir.
Ajansa nûçeyan ya Îranê Fars ragîhandibû helîkoptêra ku serokkomar hilgirtîye 2 kesên ku li gor protokolên ewlehîyê destûr dane zêdetir bûye, lewra dema balefirvan ferq kir û hewl da ku helîkoptêrê bigihîne bilindahîya pêwîst, hêza kêşanê ya helîkoptêrê nemaye û ji ber mijê di şert û mercên kêm dîtinê de li çîyê qelibî.







