H’emû nûçeSereke

Alîyê korîdora Fîladêlfyayêda dewekarîya Natanyahû dikare pêşîya hevraxeberdanên bona Gazayê bigre: Koçaryan

Li Rojhilata Navîn tu cara wê edil nîbe.Derheqa wê yekêda erebzan Hayk Koçaryan gotîye News.am ê.

Erebzan gotîye,wekî bi dîrokî wedê kurt hebûye, dema ku li Rojhilata Navîn aşîtî hebûye.

“Ji sala derbazbûyî destpêkirî sêkrêtarê Dewletên Amkrîkayêye Yekbûyî, îdî cara 9 a ye ku li herêmê diqeside û vê carê jî tê bêjî elam kir wekî serokwezîrê Îsrayêlê Natanyahû bi xwe qayîl bûye ku dora qewilên pêşdakişandî danûstandina mîyaserkin”,-Hayk Koçaryan gotîye.

Feqet, bi gotina wî, gotinên Natanyahû jî hene, dema ku ew dibêje wekî eskerê îsrayêlî wê ji korîdora fîladêlfî dernekeve.Ew cîh Gazayê Misirêva dide girêdanê û derheqa wê yekêda Îsrayêl qewila pêşda dikişîne û dixweze ku wî cîyî bin kontrola xweda xweyke, bona ku îzinê nede ku HAMAS ê, yan jî hejên Felestînîyaye mayîn bidine sîlihkirinê.

“Ev yek dikare pêşîya hevraxeberdana bide girtinê.Bi fikira amêrîkîya pirsê gerekê lez safîkin û hetanî hilbijartina bighîjine encamekî”,-pispor gotîye.

Bi gotina Hayk Koçaryan, Natanyahû vî hemû tiştî fem dike û li gorî berjewandîyên desthilatdarîya xwe pêşda tê, li gorî kîjanê halê sertbûyî têra tê dîtinê.

Bi fikira erebzan, meriv dikare bêje, wekî li Gazayê nava salekêda potênsyala HAMAS ê kêm bûye, lê bombebarankirin hene, lê ne mînanî berêne.

Ji alîkî mayînva jî pispor derheqa Libnanê û Hêzbolahêda daye dîyarkirinê.

“Gelek cara, dema ku em derheqa pêwandîyên Rojhilata Navîn û Îsrayêlêda dibêjin, bona ku hal zelal bê kifşê, nehîyên başûr, yên ku dikevine bakûrê Îsrayêlê, hatine valkirinê, lê gelek avayî jî hatine wêrankirinê.Xêncî wê yekê piştgirên Îsrayêlê hene, yên ku  berjewandîyên Îsrayêlê diparêzin, yên mînanî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî.Ew welat piştgirîya leşkerî didin û dikarin halê li hundurê Îsrayêlê xweykin, yê ku dîsa mînanî yê der serte”,-Hayk Koçaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button