H’emû nûçeSereke

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî îzbat dike wekî Ermenîstan berbirî “Qayîlnivîsar atomî “ bûye: Sîvîlnêt

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî erza Ermenîstanê lêkolîn dike, bi kîjanê ew dixweze bighîje “Qayîlnivîsara 123 a”, li gorî kîjanê Ermenîstan dikare bighîje têknolocîyên amêrîkîye atomî.Derbarê wê yekêda berdevkê dêpartamênta dewletê nava axaftina xweda gotîye.

Li gorî qanûna Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, hukumata amêrîkî gerekê beşa 123 a, ya ajansa ênêrcîya atomî îmzeke, ya ku qewilên pêwîstîya dayîna têknolocîyên atomîye sîvîl, yên bona welatên mayîne sîvîl qirar dike.

Heger  Ermenîstan bighîje wê qayîlnivîsarê, wî çaxî ew yek dikare rê bide vekirinê, ku li Ermenîstanê bi têknolocîyên amêrîkî stansîya atomîye nû bidine projekirinê û çêkirinê, ya ku wê dewsa stansîya atomîye hêna Sovyêtê çêkirî cîhê xwe bigre. “Hukumata amêrîkî bi hûrgilî pêvajoya hevraxeberdana paravenake, lê em dikarin bêjin, wekî dêpartamênta dewletê guhdarîyê dide ser hevkarîya Ermenîstanê”,- berdevkê dêpartamênta dewletê gotîye Sîvîlnêtê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button