“Heja ermenîye li Fransîyayê” bangî dîyasporayê dike ku êrîşa dijî dîktatorê Bêlarûsê bidine qewatkirinê

“Heja ermenîye li Fransîyayê” bangî dîyasporayê dike ku êrîşa dijî dîktatorê Bêlarûsê bidine qewatkirinê.Bi wê bangê dew tê kirinê ku pêwandîyên dîplomatîye tevî Bêlarûsê bidine teribandinê.
“Heja ermenîye li Fransîyayê” elametîyên Alêksandr Lûkaşênko bi cûrê berk şermezar dike, kîjanada ewî gotîye wekî ermenî tu kesîra lazim nînin.Nêzîkbûna vî cûreyîye hindava cimeta ermenî mecbûr dike ku desthilatdarîya ermenî gavên sert biavêje.
Em dewê dikin :
Pêwandîyên dîplomatîye tevî Bêlarûsê bidine teribandinê û wekîlên dîplomat ji Ermenîstanê bidine derxistinê.
Qayîlnivîsarên dualî, yên di navbera Ermenîstanê û Bêlarûsêda bidine sekinandinê.
Hatina nevsên Bêlarûsêye fermî bidine qedexekirinê.
Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û Hevalbendîya Welatên Serbest bidine derxistinê.
Xêncî wê yekê heja ermenî bangî dîyasporayê dike ku temamîya potênsîyala xwe bona êrîşa dijî dîktatorê Bêlarûsê, ya bona şermezarkirina wî û bona dengê cimeta ermenîye li ser dika hemcîhanî, mîyaserkin.







